DÎSK'ê Îzmîrî vexwendin 1'ê Gulanê

  • 14:20 28 Nîsan 2022
  • Rojane
ÎZMÎR - DÎSK'ê, li Karşiyakayê belavok belav kirin û welatî ji bo Mîtînga 1'ê Gulanê vexwendin Qada Gundogduyê.
 
Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Şoreşger (DÎSK) li Navçeya Karşiyaka ya Îzmîrê li ser Kolana Cumhuriyetê belavok belav kirin û welatî vexwendin Mîtînga 1'ê Gulanê Roja Piştevaniya bi Kedê re ku wê roja Yekşemê li Qada Gundogduyê bê lidarxistin.
 
Gelek kesî yelekên bi amblemên DÎSK'ê li xwe kirin û belavok li welatiyên li ser kolanê belav kirin û ew vexwendin Mîtînga 1'ê Gulanê. Girseyê bi dirûşlman dest bi meşê kir û belavkirina belavokan berdewam kir.