‘Em dixwazin dengê Ocalan bigihêje derve’

  • 09:03 28 Nîsan 2022
  • Rojane
 
Sema Çaglak
 
ŞIRNEX - Jinên di rêveberiya HDP’ê ya Qîlebanê de cih digirin, destnîşan kirin ku ew dixwazin dengê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bigihêje derve û gotin ên ku dixwazin li ser pirsgirêka kurd bisekinin divê ewilî tecrîdê ji holê rakin.
 
Tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome. Serlêdanên parêzer û malbatan ên ji bo hevdîtina li Îmraliyê jî tên redkirin.  Tecrîda ku li Îmraliyê berdewam dike bandorê li ser girtiyên din jî dike û dibe sedema şer û gelek qadên jiyanê yên din jî bandora xwe dike. Jinên sîyasetmedar têkîldarî bandora tecrîdê axivîn û diyar kirin divê Gelê Kurd li dijî tecrîd, xîyanet û êrîşên dewleta tirk hêza xwe bike yek.
 
‘Di nav tecrîdê de tecrîd tê kirin’
 
Ji rêveberiya HDP’ê ya navçeya Qîlebanê Ferîde Ender di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girtîgehan ku binpêkirina mafan lê her diçe zêdetir dibe. Ferîde, destnîşan kir ku bi polîtîkayên tecrîdê têkiliya girtiyan a bi derve re tê qûtkirin û wiha axivî: “Tecrîd yek ji qada ku herî zêde xwe lê nîşandide girtîgeh e. Bi sînorkirin û xistina huceya yek kesî ya girtiyan re hewil tê dayîn ku têkiliyên girtiyan bi derve re were qûtkirin. Xwarina wan tê bi sînorkirin hevdîtinên wan ên bi malbatê re tên astengkirin an jî tê bisînorkirin. Hema hincetek biçûk bibînin jî wan dixin hûcreya yek kesî. Di nav tecrîdê de tecrîd tê kirin. Di nav zindanê de tên zindankirin. Girtiyan zilmek ber bi çav tê kirin.”
 
‘Çareseriya pirsgirêka kurd ji têkbirina tecrîdê derbas dibe’
 
Ferîde, anî ziman ku Abdullah Ocalan îradeya Gelê Kurd e û tecrîdkirina gel nayê qebûlkirin. Ferîde, got: “Bêguman Gelê Kurd desteserkirina ji bo îradeya xwe qebûl nake û wê li dijî wê jî helwesta xwe nîşan bide. Çareserkirina pirsgirêka kurd ji bo me mijarek bingehîn e. Lê ew çareserî jî bi têkibirina tecrîdê pêkan e. Heta ku di vî aliyî de gavên şênber neyên avêtin gotinên partiyên sîyasî ku xwe wek mûxalîf pênase dikin wê vala bimînin. Divê ew partî ji bo çareseriya vê pirsê ji dil tevbigerin.  Bila ewilî ji bo rakirina tecrîdê û çareserkirina pirsgirêka kurd gavê biavêjin. Em mafê xwe dixwazin. Bila Gelê Kurdbibînin. Em kurd hene û polîtîkayên înkarkirinê qebûl nakin. Heta azadiyê wê têkoşîna me bidome  Her wiha bêdengiya dewletên netew a li dijî tecrîdê mijara şeremzarkirinê ye. Di vî warî de divê bi berpirsiyarî tevbigerin.”
 
‘Tecrîd encama pergala heyî ye’
 
Ji rêveberiya  HDP’ê ya navçeya Qîlebanê Ferîde Yaman jî destnîşan kir ku tecrîd encama pergala heyî ye û ev tişt got: “Tecrîd zilm û tehdeyek mezin e. Tecrîda ku li ser birêz Ocalan tê meşandin îro xwe di her qadên jiyanê de nîşan dide. Li ser jinan, li ser Gelê Kurd û hemû civat xistiye bin bandora xwe. Ew jî ji ber pergala heyî ye. Li şûna ku tecrîd ji holê were rakirin, beravajiya wê her diçe tê girankirin. Îro gava em di hêla tecrîda li ser jinan dinêrin em dibînin ku mêrênjinan qetîl dikin bê ceza dimînin. Em dixwazin hemû kesên ku zilmê li jinan dikin û wan qetil dikin hemû werin cezakirin û tecrîda li ser jinan bi dawî bibe. Divê serestya mêr ji holê were rakirin.”
 
‘Em dixwazin dengê Ocalan bigihêje derve’
 
Ferîde, diyar kir ku ew ji tendûrîstî û jiyana Abdullah Ocalan bi fikar in û axftina xwe wiha berdewam kir: “Em azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan dixwazin. Em hemû li benda agahiyek ku ji birêz Ocalan bigirin dimînin. Em ji jiyana Ocalan bi fikar in. Ji tenduristiya wî û ji ewlehiya jiyana wî bi fikar in. Divê bi awayekî lezgin ji birêz Ocalan agahiyek were girtin. Divê dengê wî bigihêje derve. Heta ku dengê wî negihêje derve, wê Gelê Kurd nesekine.”
 
‘Şer li dijî deskeftiyên kurdan tê kirin’
 
Ferîde di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên Dewleta Tirk ên li ser başûrê Kurdistanê û wiha axivî: “Ev şer şerekî hebûn û tunebûna Gelê kurd e. Ne tenê  li dijî PKK’ê ye. Şerekê li dijî hemû deskeftiyên kurdan û deskeftiyên her 4 parçeyên Kurdîstanê ye. Wekî ku tu darekê bibirî û hemû dar bikevin erdê ye. Wextê parçeyek ji Kurdîstanê bikeve wê hemû parçeyên Kurdîstanê jî ji dest biçin. Ez van êrîşan şermezar dikim. Divê Gelê Kurd  hişyst be û çavên xwe ji temara xiyanetê vekinn. Ji ber ku tişta me tê bibe xîyanet e. Divê kurd hevkariya dijmin nekin, hêza xwe bi yek kin û li hemberî dijmin têkoşînê bidin.”