Pervîn Buldan: Wê îşkencekar hesab bidin

  • 15:07 27 Nîsan 2022
  • Rojane
 
AMED - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan serdana ‘Nobeda Edaletê’ ya li ber deriyê ATK’ê pêk hat kir. Pervîn Buldan di nobedê de got: “Bila baş were zanîn ên ku bêedaletiyê dikin wê rojekê edalet ji wan re jî pêwîst bike. Bila kes ji paldankên xwe ne bawer be. Wê ew kesên di girtîgehan de îşkenceyê li hevalên me dikin rojekê were ku wê li pêş hiqûqa rast hesab bidin.”
 
Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên siyasî yên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin û nayên berdan li ber deriyê Komeleya Tendirustiya Edlî ya Amedê (ATK) berdewam kir.
 
Di her çalakiyê de gelek sazî û komeleyê serdana Nobeda Edaletê dikin. Îro jî Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, berdevka HDP’ê ya komê Meral Daniş Beştaş, berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, rêxistina HDP’ê ya Amed, Mêrdîn, Êlih, Sêrtê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD), Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Cezaxwariyan a Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER), Komeleya Çandê û Yekîtiyê ya bi Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Kesên Xizmên xwe Winda Kirine ya Dergûşa Şaristaniyê (MEBYA-DER) Komeleya Lêkolîna Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) beşdar bûn.
 
‘Em naxwazin dilê dayikan bişewite’
 
Feyziye Kolakan di destpêkê de xêrhatina hevserokê giştî yê HDP’ê û kesên ji bo piştgiriyê hatine kir û wiha daxwazên xwe rêz kir: “Li ser zarokên me zor û zilmê dikin.  Heya damlayek xwîn di canê me de hebe em ê li zarokên xwe bipirsin. 28 meh in kurê min di girtîgehê de ye, mehek e ez pê re neaxivîme û demek dirêj e jî min nedîtiye. Ev zilm e û em vê zilmê qebûl nakin. Înfazên zarokên me dişewitînin. Dibêjin bila poşman bin. 30 salan di hepsê de bimînin dê çawa poşman bibin. Ez bang li wezareta dadê dikim bila vê zilmê li zarokê me nekin. Ne girtîgeha Bandirma, kurê min bibin serê dinê jî ez ê li pey kurê xwe bimeşin. Em naxwazin kezeba tu dayikeki bişewite.”
 
‘Em dengê civakê ne’
 
Herdem Merwanî jî bi van gotinan daxwazên xwe parve kirin: “6 meh in çalakiya me ya nobeda adeletê didome. Em dengê civakê ne. Wezîrê Dadê heya niha guhdariya daxwazên me nekiriye. Em di çareserkirinê de israr dikin. Divê daxwazên me li ber çavan bigirin û girtiyên nexweş û girtiyên ku infazên hatine şewitandin bên berdan.”
 
‘Bihîstina dengê wan erka me ye’
 
Piştî nasên girtiyan Pervîn Buldan axivî û got: “Malbatên me li çar hawîrdorê Tirkiye û herêmê Nobedên Edaletê dane destpêkirin. Li Amedê, Wan, Îzmîr û li Rihayê jî malbata Şenyaşar di nobetê de ne. Bihîstina qêrîna dayikan erka me ya herî mezin e. Li vî welatî bi salane dayikên me êşên mezin dikşînin û berdelên giran didin. Berdêla herî giran û êşa herî mezin jî niha rêhevalên me yên bi awayekî bê hiqûq di girtîgehan de tên girtîn dijîn. Girtîgehên ku herî zêde binpêkirinên mafên mirovan lê tên jiyîn, niha jî her roj xeberên mirinê ji me re tîne. Mirinên ku ji girtîgehan derdikevin bê guman ne bi emrê rêveberiya girtîgehê tenê çêdibe, haya yên dewletê bi rêve dibin jî ji vê heye. Ji bo girtiyên nexweş ji zindanê dernekevin çi ji destê wan tê dikin.”
 
‘Dad ne bê alî ye’
 
Pervînê diyar kir ku dad ne bê alî ye û wiha got:"Niha li girtîgehan 1600 nexweş hene û hemû jî ruxmê bi talûkeya mirinê re rû bi rû ne jî ji derve nayên tedawîkirin. Dema ku girtî dikevin rewşa awarte de jî rojên xwe yên dawî li nexweşxaneyan de derbas dikin. Girtîgeh eynika welat e, em jî di ferqê de ne. Ger ku di girtîgehê de binpêkirinên mafan werin, rastî îşkence, zilmê werin, ger ku malbat nikaribin agahiyê ji girtiyan bigirin, ger ku ji bo her tevgera bikin cezayê disiplînê li wan were birîn, bizanin ku li wî welatî heq, hiqûq, edalet tune ye. Dayika me jî di axaftina xwe de diyar kir li Tirkiyeyê girtî tên sirgunkirin. Malbat li Amedê ne lê girtî jî dibin bajarê herî dûr. Ev ceza ne tenê ji bo girtiyan ji bo malbatê wan jî tê dayîn. Bi wê ve jî sînordar namînin. Tenê di rojên dawî de çiqasî cezayên mezin didin hevalên me em hemû dibînin. Ev jî nîşa dide ku li Tirkiyeyê hiqûq ne bê alî ye."
 
‘Dayikên me ne bi tenê ne’
 
Pervînê bi van hevokan dawî li axaftina xwe anî: “Yên ku hewl didin bi cezayên giran û îşkenceyê dengê me qut bikin bila baş bizanibin ku wê demokrasî bi ser bikeve. Yên ku vê bê edaletiyê dikin jî bila bizanin wê rojek ew edalet ji wan re jî pêwîst bike. Îqtidar ne mayîn de ye. Bila baş bizanin. Bila kes ji paldankên xwe bawer nebe. Wê roj bê û dor jî bê. Kiryarên ku we kirine hûn ê li pêş edalet û hiqûqa rast bidin. Em ji edalet û hiqûqa rast bawer dikin. Em bang li herkesê bi wijdan dikin, dayikên me ne bi tenê ne. Em li bendê ne ku herkes li dijî neheqî û bêedaletiya di girtîgehan de tê jiyîn derbikevin.”
 
Nobeta Edaletê bi dirûşmên “Heq, hiqûq, edalet”, “Bijî Berxwedan Zindanan” bi dawî bû.