Ji bo Peymana Stenbolê dê sibê li Enqereyê bin

  • 14:53 27 Nîsan 2022
  • Rojane
STENBOL - Ji bo Peymana Stenbolê EŞÎK’ê diyar kir ku ew ê sibê li Enqereyê bi zêdeyî hezar parêzerên jin ên ji 73 baroyan re kom bin û dê xwedî li Peymana Stenbolê derkevin. 
 
Platforma Jinan a Ji bo Wekheviyê (EŞÎK) têkildarî doza bi daxwaza rawestandina birêvebirinê û betalkirina biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê sibê li 10’emîn Daîreya Şûraya Dewletê were dîtin, daxuyaniyeke nivîskî da. 
 
EŞÎK’ê diyar kir ku ew ê li Enqereyê bi zêdeyî hezar parêzerên jin ên ji 73 baroyan re ji bo ji bêhiqûqiyê re bêjin na kom bin û bang li hemû jin, rêxistinên jinan û LGBTÎ+’yan, baroyan, rêxistinên ked û pîşeyî û partiyên siyasî hemû kesên jiyaneke bêtundî û wekhev dixwazin kirin ku xwedî li hiqûq û Peymana Stenbolê derkevin.