Gel li dijî şer dê ber bi deriyê sînor a Xabûrê ve bimeşin

  • 14:25 27 Nîsan 2022
  • Rojane
ŞIRNEX - Bi sedan kes li bajaroka Tilqebînê kom bûn dê ber bi deriyê sînor a Xabûrê ve bimeşîn. 
 
Êrişên Arteşa Tirk a ku bi hevkariya Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) ve li hember Herêma Federal a Kurdistanê hatî destpêkirin didome. Bertek û nerazîbûnên li hemberî êrişê didomin. 
 
Welatiyên ku ji bajarên Mêrdîn, Amed, Êlîh, Sêrt, Dîlok û Rihayê hatî li bajaroka Tilqebîna Silopiya Şirnexê kom bûn. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (BDP) Salîha Aydenîz, Hevserokê Giştî yê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, parlementerên HDP’ê, Meclîsa Endamên Dayikên Aştiyê, Meclîsa Ciwanên HDP’yê, Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad(TJA) û rêxistinên navend û navçeyên bajarên herêmê beşdarî meşê bûn. 
 
Tevî hewayê sar û baranê gel dê ber bi deriyê sînor ve bimeşin.