Taxa çand û baweriyên cuda di nav xwe de dihewîne dê bê tunekirin

  • 09:05 27 Nîsan 2022
  • Rojane
 
Sema Çaglak
 
SEMSÛR - Li taxa Marayê,  suryanî, ermenî, nasranî, kurd, tirk, ereb û elewî bi salane li gel çand û baweriyên xwe yên cuda cuda jiyaneke hevpar dijîn. Lê ev taxa ku bi çand û baweriyên xw dewlemen de dê di bin navê veguhestina bajarvaniyê de bê tunekirin.
 
Li taxa Marayê ku girêdayî Semsûrê ye, bi salan e kesên ji bawerî û çandên cuda cuda bi hev re dijîn û dewlemendike mezin din vê taxê cuda bi hevre dijîn.  Li vî taxê bêyî cudahiya di nav bawerî û netewan de cîranên taxê di nav têkiliyên germ de ne. Gava meriv di nav kolanên taxê de dimeşe, gelek jinên ku li ber deriyan rûniştine û sohbetê dikin dibîne. Zarokên suryanî, kurd û tirkên li kolanên vê taxê di nava ramiyê de bi hev re dijîn. Jinên li taxê diyar kirin ku ew li vê taxê bi awayekî azad şand û baweriyên xwe diparêzin û naxwazin ku ji taxa xwe bên qutkirin.   
 
Li vê taxê hem derê û hem mizgeft heye. Her wiha Dêra Mor Petrus û Mor Paulus ku xwedî dîrokek kevnar e li taxê cih digire. Dêra ku xwedî dîrokeke xwe ya kevnare, li gor nivîsên Suryanî yên li ser derî û hundirê dêrê de ev dêr di navbera salên 1888'an û 1905 an de ji nû ve hatiye restorekirin. Suryaniyên li taxê heta roja îro çand û baweriya xwe parastine.  Jinên suryanî ku li vê taxê dimînin behsa çand û kevneşopiyên xwe kirin. Jinan diyar kirin ku ew bi awayekî azad li taxê çand û hebûna xwe didomînin. Gel û xwedîbaweriyên din ên li vê taxê jî ji bawerî û çanda wan re rêz girtine û di rojên wan ên taybet de cîranên wan jî tevlî bernameyên rojên wan ên taybet dibin û ew jî tevli rojên cîranên xwe yên taybet dibin. Her wiha malbatên suryanî ji bo zimanê wan ê sûryanî winda nebe jî têkoşînê didin û fêrî zarokên xwe dikin.      
 
‘Bêriya demên berê dikim’
 
Li taxê komekê jin li ber deriyekî rûniştine û sohbetê dikin. Yek ji wan jinan jî Turkan Yagar ku ji zarokatiya xwe de li vê taxê ye. Turkan diyar kir ku berê wan dema xwe xweştir derbas dikin û wiha axivî: “Ez ji tirkên Abûş im. Gava em hatin vê derê hê zarok bûm. Li vê taxê mezin bûm. Dema berê têkiliyên me bi cîranên me re germtir bûn. Ez bêriya demên berê dikim.”
 
‘Taxa dewlemend tê xwestin bê tunekirin’
 
Taxa Marayê ku gelek dewlemendî di nav xwe de diparêze mixabin niha bi polîtîkayên projeya veguherandina bajarvaniyê ku tên pêşxistin dê bê tunekirin. Li gelek bajarên kurdan û bi taybetî li cihên dîrokî û çanda cîrantiyê lê heye projeyên veguherandina bajarvaniyê tatine destpêkirin. Taxa Marayê jî yek ji wan cihan e. Demek dirêje ji bo pêkanîna vê projeye hewil tê dayîn. Lê belê ji ber bertek  û nerazîbûnên niştecihên taxê proje niha hatiye rewestandin. Di meha Sibatê ya 2021'ê de li gel rawestandin projeyê tevî nerazîbûnên welatiyan jî dest bi hilweşandina xaniyan kiribûn û hê jî ev proje berdewam dike. Li taxê xaniyên ku hatine hilweşandin balê dikişînin.