Zeynep Murat: Êrişa Tirkiyeyê xeleka dawî ya projeya dagirkirina Kurdistanê ye

  • 09:04 27 Nîsan 2022
  • Rojane
 
Medya Uren
 
NAVENDA NUÇEYAN - Hevseroka KNK'ê Zeynep Murat têkildarî êrişên Tirkiye û hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re axivî û got:"Ev êrişa Tirkiyeyê xeleka dawî ya projeya dagirkirina Kurdistanê ye. Îqtidara AKP'ê jî û PDK jî baş dizane ku gel rêveberiya wan a bi qeyran êdî qebûl nake. Li dijî hilweşîna îqtidara xwe di nav hewildanan de ne. Ji bo projeyên wan bi ser nekevin jî divê em piştgiriyê bidin têkoşîna gêrîla û seferber bibin."
 
Dewleta tirk bi hevkariya PDK'ê û hikûmeta Kazimî roja 17'ê Nîsanê li dijî Başûrê Kurdistanê dest bi êrîşan kirin. Di 15'ê Nîsanê de Serokwezîrê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Berzanî li Enqereyê bi serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan û musteşarê MÎT'ê Hakan Fîdan re rûnişt. Piştî hevdîtinê li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê êrişên hewayî û bejahî dest pê kirin. Têkildarî êrişên TSK'ê û hevkariya PDK'ê   Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Zeynep Murat pirsên me bersivand.
 
'Tirkiye di nav qeyranan de berjwendiyên xwe difikire'
 
Zeynepê di destpêka axaftina xwe de li ser geşedanên di asta cîhanî de pêş dikevin û hewildanên Tirkiyeyê axivî. Zeynepê wiha pêvajo nirxand: "Tirkiye ji salên 1980'ê ve roj bi roj êrişên girantir berdewam dike. Êrişên wan ên dawî pêk tên jî taybetmendiyek xwe ya cuda heye. Dixwaze di roja îro de êrişa bi salane dide meşandin bigihîne encamê. Niha di navbera Ukrayna û Rusya de jî şer heye. Cîhan di nava şerekî awarte re derbas dibe. Tê xuyakirin ku projeyek veguherandina cîhanê heye. Bi taybetî projeya van welatan li ser Rojhilata Navîn e. Tirkiye jî dixwaze ev qeyran û gengeşeyên heyî weke fersend bi kar bîne. Jixwe xewnek wan a dîrokî hebû û niha jî ji bo wê dikevin nava hewildanê. Bê guman jî wê hemû polîtîkayên xwe jî li ser kurdan bidin meşandin. Dixwazin gelê kurd bê vîn bihêlin û wan tune bikin. Li ser wê esasê jî di projeya nûkirina sînorên cîhanê de para xwe mezin bike. Dixwaze sînorên Mîsaqî Mîlî dubare bi destê xwe ve bînin."
 
'Dixwazin bi êrişên li ser PKK'ê Kurdistanê desteser bikin'
 
Zeynepê bi lê vir kir ku êrişkar dixwazin bi tunekirina hebûna kurd re xeyalên xwe jî bînin cih û wiha berdewam kir: "Tirkiye di peymana Lozanê de xwe weke mexdûr da nîşankirin. Ji ber ku sînorên Mîsaqî Mîlî hatibûn rakirin. Niha jî ji bo bidestxistina vê axê êrişek berfireh ku hemû hêza xwe dayiyê daye destpêkirn. Di medyaya xwe de dibêjin em ji bo tunekirina PKK'ê êriş dikin û propagandeyên bi vî rengî dikin. Lê rastî ne wisa ye. Bê guman PKK ji bo wan asteng û tirsek mezin e ku yekemîn armanca wan ew e. Lê belê bi tunekirina PKK'ê re dixwazin Kurdistana Başûr jî desteser bikin. Armanc tunekirina hemû kurdan e. Propagandeyên Tirkiyeyê yên li ser êrişên li ser her aliyê Kurdistanê daye meşandin bi xwe jî li holê ye ku êdî ne cihê baweriyê ne. Gelê kurd divê baş armanca wan bixwîne."
 
'Hinek partiyên kurdî rastiya Tirkiyeyê dinixumînin'
 
Zeynepê da zanîn ku hinek partiyên kurdî rastiya Tirkiyeyê dinixumînin û got: "Em hemû jî baş dikarin rastiya Tirkiyeyê bixwînin û bibînin. Em piratîka wan jî baş dizanin. Dijminatiya dewleta tirk li hemberî gelê kurd dide meşandin dîrokî ye. Ango bi tu awayî heta niha dewleta tirk tehemula serkeftinên kurdan nekiriye û ji bo kurd nebin xwedî statu ketiye nava her hewildanê. Bê guman ev ji bo Başûrê Kurdistanê jî derbasdar e. Lê mixabin hinek hêz û bi taybetî jî hinek partiyên kurdî vê rastiyê dinixumînin. Têkiliyên van partiyan ên bi Erdogan re jî vê dide nîşandan. Ev partîna dixwazin armanca dewleta tirk rewa bide nîşandan û bi awayekî vekirî jî êdî piştgiriyê didin dewleta tirk. Hevdîtinên dîplomasiyê rewa ne lê mixabin hevdîtinên partiyên kurdî bi Erdogan re dikin li ser çi esasî ne em pê dizanin. Ev têperîn ne ji rêzê ne. Em ne li bende ne ku hêzên ji derve di aliyê Kurdistanê de hestiyar bin. Ji ber ku her yek ji aliyê xwe ve li pey berjewendiyên xwe digerin. Wê bê guman çavên xwe ji êrişên qirêj re jî bigirin. Lê belê divê nêzîkatiya PDK'ê ne bi heman rengî be."
 
'Xeterî ne tenê li ser gelê kurd e'
 
Zeynepê da zanîn ku xeterî ne tenê li ser gelê kurd e û wiha pê de çû: "Ev êriş xeleka dawî ya projeya Tirkiye û îqtidara AKP'ê ye. Ev saleke li Avaşîn, Zap û Metînayê êrişek dijwar û berfireh tê meşandin. Di vê êrişê de dewleta tirk hemû hêza xwe ya aborî û teknîkî seferber kiriye. Ango NATO jî xistiye dewrê. Di encama şerê salekê de pêşketin bi dest nexist. Li dijî wan binketinan bi pratîkek din derdikeve pêşiya me. Êdî polîtîkayên qetilkirina kurdan a bi destên kurdan didin meşandin. PDK xistine dewrê. Lê belê ruxmê wê jî em rojane di ragihandinan de dibînin ku dewleta tirk her roj binketinê dijî. Em ji rêxistina azadiyê jî bawer in ku wê bi ser bikeve. Li çiyan şoreşek mezin û berxwedanek mezin heye. Lê belê divê bi wê ve sînordar nemîne. Erk û berpisyariyek mezin dikeve ser milê gel jî. Divê ne tenê li çiyan li bajaran jî berxwedana me hebe. Bê guman divê gelên din jî piştgiriyê bidin vê berxwedanê. Ji ber ku li gorî sînorên Mîsaqî Mîlî wê tirkiye sînorên Kurdistanê jî derbas bike. Ma her roj qala Musul û Kerkukê dikin. Dibêjin yê me ye ji me stendine. Ev xeteriya ne tenê li ser gelê kurd e. Li ser gelên herêmê hemû û bi taybetî jî li ser gelê ereb heye. Divê gelê ereb di vê berxwedana me de bi me re bibe yek."
 
'Têkoşîna li hember Tirkiyeyê têkoşîna rûmetê ye'
 
Zeynepê diyar kir ku li her herêmê, ereb û kurd jî nerazîbûna xwe nîşan didin û wiha pê de çû: "Em hemû jî di ferqê de ne lê belê hîna me hêza xwe û helwesta xwe li hemberî dewleta dagirker nekiriye yek. Em dibêjin em di pêvajoyek hestiyar re derbas dibin. Ji her demê zêdetir pêwîstiya me bi yekîtî û hevkariya hev heye. Lê mixabin PDK ji bo berjwendiyên xwe yên takekesî, malbatî yan jî hizbî di nav hewildanan de ne. Divê demlidest dev ji van fikaran berdin û ji bo berjwendiyên hemû gel bifikirin. Çiqasî her çar aliyên me di nav şer û qeyranan de bin jî li pêşberî me derfetên mezin jî hene. Em ê bikaribin bi van derfetan gelê xwe biparêzin û destkeftiyên xwe jî biparêzin. Ango Başûrê Kurdistanê yek ji destkeftiyên mezin ên kurdan e. Bi xwîna hezaran cangoriyan hatiye avdan. Divê li ser xwîna wan îxanet neyê kirin. Divê helwesta me ya li hemberî Tirkiyeyê heman be. Têkoşîna li hemberî dewleta dagirker Tirkiyeyê tê dayîn têkoşînek bi rûmet e. Erkek neteweyî ye. Ji ber vê jî divê em xwedî lê derbikevin û piştgiriyê bikin. Em hemû jî gerîlayan slav dikin û bi serfirazî berê me li wan e. Têkoşîna wan di ber Kurdistanê de ye."
 
'AKP bi saya PDK'ê xwe li ser piyan digire'
 
Zeynepê destnîşan kir ku girêdana PDK û Tirkiyeyê gihiştiye wê astê ku bêyî hev nikarin. Zeynepê wiha berdewam kir: "Niha îqtîdara AKP'ê bi saya PDK'ê xwe li ser lingan digire. Di aliyê aborî, bi taybetî jî di aliyê neftê de başûr jêderka wê ya girîng e. PDK jî axa Kurdistanê dike qirika Erdogan û Tirkiyeyê. Tirk jî ji bo êrişan rewa bike bang li rayedarên kurd dike. Wan rayedaran datînin hemberî xwe û li gel wan wêneyan dikşîne. Herî dawî jî Mesrûr Barzanî serdana Enqereyê kir. Dîmenên li wir derketine pêş, mixabin me xemgîn dike. Mesrûr Barzanî weke nûnerekî jî nehesibandin. Di salonê de ala Kurdistanê tune bû. Mesrûr li beramerî musteşarê Mîtê rûniştiye. Ev wêne gelek tiştan vedibêje, kesek nikare serê wê binixumîne. Gelê kurd ewqas hat qirkirin lê tucarî serê xwe li ber dagirkeran netewand. Jixwe gelê Başûr jî bertek nîşanî rûreşiya malbata Berzanî da."
 
'Berjwendiyên gel ne di fikara wan de ye'
 
Zeynepê bal kişand ser şêweya rêveberiya PDK'ê û got: "Her ku diçe em dibînin di aliyê fikarê de jî ew dişibin hev. PDK jî gelê Başûr di nav qeyranê de bi rê ve dibe. Li pişt xwe bi tonan dirav kom kirine. Ew diravê li Tirkiyeyê û li welatên din ên ji bo malbata xwe kom kirine diravê vê gelî hemû ye. Mûçeyê mamosteyên xwe xwe nade. Bi mehan in mûçe naçin malên wan.  Li gel wê jî li cihekî weke Başûr neft tune ye û ceyran tune ye. Ev jî nîşan dide ku berjwendiyên gel ne di fikara wan de ye. Ew jî baş dizanin ku êdî nikarin bi vî rengî gel bi rê ve bibin. Ji ber wê yekê jî tedbîrên xwe digirin. Ev bi heman rengî ji bo hikumeta AKP'ê jî derbasdar e. AKP li ber tunebûnê ye û ji bo rojek din jî li ser îqtidarê raweste hemû hêza xwe seferber dike. Tedbîrên xwe digirin. "
 
'Divê em seferber bibin'
 
Zeynepê herî dawî jî bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Me derbarê êrişên pêk tên de bi partiyên siyasî re hevdîtinên xwe pêk anîn. Bi rastî berteka wan heye lê têr nake. Hinek hizbên weke Goran, Zehmet Kêşan, ên sosyalist û Îslamî helwesta xwe diyar kirin. Lê ev têr nake. Divê em hemû bi hev re seferber bibin. Divê bertekek siyasî hebe. Gelê Başûr ji xwe helwesta xwe nîşan dide. Yekîtiya me ji bo aramiya Başûr jî girîng e."