Gulistan Kiliç Koçyigit: Li dijî vê pergalê em li gel hev bin
- 16:05 26 Nîsan 2022
- Rojane
ÎZMÎR - Gulistan Kiliç Koçyigit a HDP'yî ya çû serdana Nobeda Edaletê bal kişand ser cezayên di Doza Geziyê de hatine birîn û got:"Em ji bîr nekin ku azadiya me girêdayî hevdu ye. Ya em ê bi hev re li berxwe bidin an jî em razî bin ku yek bi yek me têxin girtîgehan."
Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan ên înfaza wan hatine şewitandin û yên nexweş dabûn destpêkirin di roja 53'yan de li ber Baroya Îzmîrê didome. Rêxistina HDP'ê ya Îzmirê, Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyigit û Parlamenterê Îzmîrê Murat Çepni çûn serdana Nobeda Edaletê.
Murat Çepni bal kişand ser berxwedana xizmên girtiyan û got lijneya Şopandinê ya Girtîgehê bi awayekî kêfî tev digere û girtî nayên tehliyekirin. Murat got heta girtîgeh neyê dîtin mirov nikare behsa demokrasiyê bike.
Konsepta teslîmgirtinê
Gulistan Kiliç Koçyigit a HDP'yî ya çû serdana Nobeda Edaletê bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê ya li girtîgehan û got divê xizmên girtiyan tenê neyên berdan.
Gulistanê bal kişand ser cezayên di Doza Geziyê de hatine birîn û got:"Em ji bîr nekin ku azadiya me girêdayî hevdu ye. Ya em ê bi hev re li berxwe bidin an jî em razî bin ku yek bi yek me têxin girtîgehan."