Salîha Aydenîz: Hemû girtîgeh bûne hola qetlîam û îşkenceyê

  • 14:31 26 Nîsan 2022
  • Rojane
AMED - Hevserokên DBP, sazî û dezdgehên sivîl beşdarî ‘Nobeta Edaletê’ bûn. Di nobetê de hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz got daxwaza malbatên girtiyan daxwaza me ye û pêwîstiya me hemûyan e.
 
Malbatên girtiyên siyasî yên nexweş û yên infaza wan hatine şewitandin û nayên berdan li ber deriyê girtîgeha tîpa D ya Amedê ‘Nobeta Edaletê’ dan berdewamkirin. Malbatên girtiyan, hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Keskîn Bayindir, endamên DBP MYK û PM, Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Cezaxwariyan a Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER), Komeleya Çandê û Yekîtiyê ya bi Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Kesên Xizmên xwe Winda kirine ya Dergûşa Şaristaniyê (MEBYA-DER) Komeleya Lêkolîna Ziman û Çandê ya Mezopotamya (MED-DER) û rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) beşdarî nobetê bûn.
 
‘Dengê me bibihîsin’
 
Di serî de nasê girtiyan Reşahat Ada, Încî Guler û Nazîme Boltan axivîn û daxwazên xwe bi van gotinan parve kirin: “Bi rojane em li kolanan in. Ne serma ne germahî ne jî remezan dikare me rawestîne. Ji bo edaletê em ê li vir bin. Ferq û cudahiyek mezin tê kirin. Em dixwazin edalet ji bo herkesî heman pêk were. Cejin tê û piştgiriyê bidin me ku em vê cejnê bi hev re bin. Ma kes dengê me nabihîse? Kes me nabîne? Em dibêjîn êdî bes e, her roja diçe dereng dibe.”
 
‘Daxwaza wan daxwaza me ye’
 
Salîha Aydenîz jî bi van gotinan piştgiriya partiya xwe anî ziman: “Ji bo edalet were tesîskirin li her deverê Tirkiyeyê dayikên me di nobetê de ne. Hemû girtîgeh bûne hola qetlîam û îşkenceyê. Ev li dijî kurdan politikaya qirkirinê ye. Ango ne tenê digirin, di girtîgehan de wan qetil dikin. Ev sûcê mirovahiyê ye. Vê dijminatiya xwe li her deverê jî dide meşandin. Hemû Tirkiye bûye girtîgehek vekirî. Em hemû di nava tecrîdê de ne. Ji bo wê jî daxwaza van dayikan daxwaza me ye. ”
 
Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî Berxwedana Zindanan” bi dawî bû.