Li Şehbayê li dijî êrişan daxuyanî hat dayin

  • 11:33 26 Nîsan 2022
  • Rojane
 
ŞEHBA - Koordinasyona Partiyan û Rêxistinên Siyaysî ya herêma Efrînê li dijî êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê û hevkariya PDK'ê daxuyanî dan.
 
Koordînasyona Partiyan û Rêxistinên Siyasî ya herêma Efrînê li dijî êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê û hevkariya PDK'ê, li baxçeyê navçeya Ehdasê ya Kantona Şehbayê daxuyanî dan. Hemû edamên Koordinasyona Partiyan û Rêxistinên siyasî beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyanê de wêneyên pakrewanan hatin hildan. Li ser navê Koordînasyona Partiyan û Rêxistinên Siyasî ya herêma Efrînê Mamoste Berîvan Elo daxuyanî xwend. 
 
Daxuyanî wiha ye: 
 
"Niha cîhan bi şerê cîhanê yê sêyem û  êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê re mijûl e. Dewleta tirk a dagirker, AKP-MHP jî şert û mercan îstîsmar dikin. Di 17'ê mehê de êrîşên xwe li ser herêmên parastina rewa yên Zap, Avaşîn û Metînayê pêk anî. Bi balafirên şer û balafirên keşfê şerekî mezin dimeşîne. Van êrişana bi hevkariya serkirdeyên Partiya Demokrat a Kurdistanê û bi bêdengiya navdewletî ya gumanbar dest pê kirine.
 
Armanca faşîzma tirk a ji vî şerî ne tenê tasfiyekirina Partiya Karkerên Kurdistanê ye, armanca xwe ya sereke tunekirina kurdên ku li dijî  faşîzma tirk li ber xwe dide û binpêkirina tecrûbeya Rêveberiya Xweser a Şengalê ye. Her wiha ketina nava Rojavayê Kurdistanê ew e ku  dawî li tecrubeya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bîne. Ji ber ku bûye armanca hemû gelên azadîxwaz. Divê teqez piştrast be ku eger destkeftiyên gelê kurd ku Tevgera Azadiya Kurdistanê bi dest xistiye, ji holê rabin, wê rola destkeftiyên gelê kurd li Başûrê Kurdistanê jî bi dawî bibe. Di serî de destkeftiyên Partiya Demokrat a Kurdistanê. Ji ber ku hemû siyasetmedarên tirk li ser vê gotinê hemfikir bûn. Dibêjin 'Ger li Efrîkayê konek ji bo gelê kurd bê vedan, em ê ji holê rakirin.'
 
Mesele ne tenê bi destkeftiyên gelê kurd re sînordar e. Faşîzma tirk di çarçoveya Peymana Mîllî û vegerandina nûjenkirina Osmaniyan de plan dike ku hem li Sûriye û hem jî li Iraqê destwerdanê bike.
 
Em weke Koordînasyona Partiyan û Rêxistinên Siyasî yên herêma Efrînê êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê û çiyayên Azadiyê yên Başûrê Kurdistanê û Şengalê bi tundî  şermezar dikin. Banga me li civaka navneteweyî heye ku zextê li dewleta tirk bike ku dawî li şerê xwe yê li dijî gelê kurd û gelên herêmê bîne û vegere ser maseya diyalogê û pirsgirêka kurd bi awayekî aştiyane û jiyana hevbeş  bi hemû gelên herêmê re çareser bike. Di heman demê de em bang li serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê dikin ku dev ji pêkanîna siyasetên bindestkirinê ya faşîzma Tirkiyeyê berde da ku gelê kurd di hevsengiyên herêmê û nexşeya nû de di sedsala 21'ê de hebûna xwe û giraniya xwe biparêze." 
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmên "Na ji dagirkeriya Tirkiyeyê re", "Bimire îxanet" û "Bijî wekheviya gelan" bi dawî bû.