Ji TJK-E'yê bang: Ji bo welat herderê bikin qada berxwedanê

  • 10:59 26 Nîsan 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-E’yê bang li jinan û kurdistaniyên li Ewropayê kir ku li dijî êrişên qirkirinê yên dewleta tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê herderê bikin qada têkoşîn û berxwedanê.
 
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) der barê êrîşên dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê daxuyaniyek nivîskî da. TJK-E’yê diyar kir ku ew ê weke kurdên li Ewropayê dijîn li hemberî êrîşên dewleta tirk bibêjin “Ji bo Welat“ li qadan bin. TJK-E’yê destnîşan kir ku şerê dewleta tirk, PDK'ê û dewleta Iraqê ya ji bo dagirkirina Kurdistanê di çarçoveya konsepteke hevpar de dewam dike û got: “ Ev êrîş li dijî gelên Rojhilata Navîn, hêviya wan a azadiyê û şoreşa jinê ye.“
 
TJK-E’yê, bal kişand ser dîktadatoriya AKP û Erdogan ku bi polîtîkayên xwe yên Neo-Osmanî dixwazin Rojava û Şengalê dagir bikin û statûya Gelê Kurd li herêmê xera bikin û wiha got. “Ev êrîş operasyona ji nû ve dagirkirina Kurdistanê ye. Lê belê ev êrîşên faşîst wê ji aliyê gelê me ve bên pûçkirin. Çawa ku li dijî faşîzma DAIŞ'ê berxwedaneke mezin hat dayîn, wê li dijî dîkdatoriya AKP-Erdogan jî heman berxwedan bê dayîn. Dewleta tirk bi hevkarên xwe re wê têk biçe û wê biavêjin serogyên dîrokê.“
 
'Polîstîkayên dewleta tirk ên dijminane li her derê ne'
 
TJK-E’yê anî ziman ku tevahiya cîhanê bû şahidê têkoşîna dîrokî ya gelê kurd û PKK’ya li Şengalê li dijî DAIŞ’ê ku dewleta tirk piştgiriya wê dikir û got: “Di dîrokê de têkoşîna herî mezin a îrade û azadiyê ye, dewleta tirk li her qadê polîtîkayên xwe yên dijminatiyê li hemberî Gelê Kurd pêk tîne. Li cihê ku kurd lê hebin, di asta hovîtiyê de ji vê yekê dudilî nabe. Lewma jin û Gelê Kurd wê li hemberî êrîşên dewleta tirk bêdeng nemînin. Weke gel wê dengê xwe li her qadê ji bo mafê parastina hebûna xwe û jiyana azad derbixin holê û wê misoger bikin. Çawa ku gerîla û gelê me li Kurdistanê têkoşîneke mezin dimeşînin, Kurdên li Ewropayê jî ji bo pêşeroja xwe ya azad ava bikin wê dakevin qadan û li dijî dagirkeran helwesta xwe nîşan bidin.“
 
‘Em e her derê bikin qada têkoşînê'
 
Di dawiya daxuyaniya de TJK-E’yê da zanîn ku ew ê tu carê êrîşên dewleta tirk qebûl nakin û got: “Jinên li Ewropa û Kurdistanî dijîn wê li qadan bibêjin "Ji bo Welat" derkevin qadan. Werin em li Şengalê xwedî derkevin. Werin em her cihekî bikin qada çalakiya parastina Kurdistanê. Her çalakiya ku em di vê pêvajoyê de bikin rewa ye. Li ser vê bingehê em çalakiyên xwe demkî û radîkal bikin. Werin em li dijî polîtîkayên qirkirinê yên dewleta tirk rawestin, îrade û rûmeta xwe biparêzin û bi daketina kolanan têkoşînê bilind bikin."