Ji bo mîtînga 1'ê Gulanê daxuyanî hat dayin

  • 13:56 25 Nîsan 2022
  • Rojane
AMED - KCD, DBP, TJA, HDP û saziyên sivîl têkildarî mîtînga wê li qada Îstasyonê bi minasebeta 1'ê Gulanê, Roja Karkerên Cîhanê pêk were daxuyanî dan. Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz di daxuyaniyê de axivî û banga beşdarbûnê kir.
 
Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û saziyên sivîl yên li bajêr cih digirin têkildarî 1'ê Gulanê Roja Kedkarên Cîhanê li Cemiyeta Rojnamegerên Rojhilata Navîn daxuyaniya çapemeniyê dan. Li cihê daxuyaniyê pankarta bi nivîsa “Li Dijî Faşîzmê, Bişaftinê û Şer ber bi 1’ê Gulanê ve” hate rakirin.  Di daxuyaniyê de ji bo mîtînga li qada Îstasyonê dê pêk were bangewazî hate kirin.
 
Metna daxuyaniyê ya bi zimanê kurdî ji aliyê hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk ve, metna bi zimanê tirkî jî ji aliyê hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz ve hate xwendin.
 
‘Xwestin vîna kurdan bişkînin’
 
Salîha Aydenîz di destpêka axaftina xwe de qala êrişên dewleta tirk ên li dijî Kurdistanê tên kirin, kir. Salîhayê di berdewamiyê de metna daxuyaniyê xwend û got: “Polîtîkayên zext, çewisandin û qetlîamê yên li dijî kedkar, karker, jin, gelên li Kurdistan û Anatolyayê dijîn û nasname yên din, ji berê heta niha bi tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê re her ku diçe girantir dibe. Di 40 salên dawî de me dît ku polîtîkayên şer ên ku bi destê hikumetan ve pêk hatin, welat ber bi krîzeke aborî ve kişandiye û bi taybetî jî ji bo çareseriya pirsgirêka kurd, bikaranîna polîtîkayên ‘ewlekariyê’ pirsgirêk kûrtir kiriye. Ji aliyê din ve weke civak, em bûn şahid ku rêya diyalog û muzakereyê ji aliyê siyasî û aborî ve bandoreke erênî li civaka Kurdistan û Tirkiyeyê dike. AKP'ê ya ku di hilbijartinên 7'ê Hezîrana 2015'an de nekarî bi tena serê xwe bibe desthilatdar, hewl da ku rejîma takekesiyê ava bike û ji bo vê yekê jî polîtîkayên şer bi kar anî, welat ber bi kaosê ve bir, bi hewldana derbeyê re jî xwest ku bi şert û mercên Rewşa Awarte û biryarnameyên qanûnî, karkeran mehkûmî birçîbûn û xizaniyê bike. Heman zihniyetê, bi plana hilweşînê  hewl da ku kurdan û hêzên demokrasiyê ji siyasetê dûr bixe û bi rêya qeyûman îradeya gelê kurd desteser kir.”
 
‘Yên xwe wek qasidê aştiyê nîşan dikin êrişî kurdan dikin’
 
Salîha wiha berdewam kir: “Weke ku tê zanîn di navbera Ûkrayna û Rusyayê de şerek diqewime, hikûmeta AKP-MHP’ê ji aliyekî ve hewl dide ku di vî şerî de bibe ‘qasidê aştiyê’ da ku îtîbara xwe ya di raya giştî ya cîhanê de ser û bin bûye xelas bike, li aliyê din jî dixwaze polîtîkaya xwe ya şer û dagirkeriyê li Kurdistan û Rojhilata Navîn pêş bixe. Ev hikûmeta ku li hundir û derve polîtîkaya şer pêk tîne û  çavkaniyên welat  ji alîgirên xwe re pêşkêş dike, bi vê yekê kedkar û karkeran bi birçîbûn û xizaniyê re rû bi rû dihêle. Li dijî polîtîkayên nîjadperest, zayendperest ên hikûmetê yê ku aştiyê red dike, gelan ji hev vediqetîne, kedxwariyê dike û şer ferz dike, divê em bi yekîtî û hevgirtinê têkoşîna xwe ya hevpar geş bikin.”
 
‘1’ê Gulanê roja têkoşîna hevpar e’
 
Salîha wiha dawî li axaftina xwe anî: “1’ê Gulanê; Nasnameya wan a etnîkî û olî çi dibe bila bibe, roja  têkoşîna hevpar a karker, gundî û kedkaran e ku bi vê taybetmendiya xwe karektereke civakî bi dest xistiye; em bang li her kesê ku alîgirê kedê ne dikin ku bi ziman, nasname û rengên xwe, li dijî talankirin û mêtingeriyê  li qadên Kurdistan û Tirkiyeyê cihê xwe bigirin. Ji bo pêşîlêgirtina cînayetên kar ên bi temînkirina tenduristî û ewlehiya karkeran a li cîhên kar; Ji bo rawestandina îstismarkirina karkerên koçber a bi keda erzan, bidawîkirina xebata zarokan û qîrîna maf û azadiya îfadeyê. Ji bo qîrîna daxwaza aştî û wekhêviya li Rojhilata Navîn; çareseriya siyasî ya pirsgirêka kurd a li ser esasê wekhevî û azadiyê. Ji bo têkoşîna li dijî betaliyê ji ber krîza aborî, mezinkirina berxwedana li dijî şer û wêraniyê û mezinkirina hevgirtina kedkaran, avakirina wekheviya gelan û yekîtiya kedkar û karkeran.”
 
Daxuyanî piştî pirs û bersivan bi dawî bû.