Hevseroka EGE-TUHAYDER'ê hat binçavkirin
- 12:19 25 Nîsan 2022
- Rojane
İZMİR - Hevseroka EGE -TUHAYDER'ê Nîlay Guleser hat binçavkirin. Nîlay berê jî bi binçavkirinê hatibû tehdîtkirin.
Hevseroka Komelya Girtî û Hukumxaran ya Egeyê (EGE-TUHAYDER) Nîlay Guleser li kolana nêzî mala xwe hat binçavkirin. Nîlaya ku sedema binçavkirina wê nehat zanîn birin Muduriyeta Polîsan a Çankayayê.
Nîlayê di rojên berê de ji aliyê kesên nasnameya wan ne diyar ve bi binçavkirinê hatibû tehdîtkirin û derbarê mijarê de serî li ÎHD'a Îzmîrê dabû.