Şêniyên Şehbayê li dijî êrîşan meşiyan

  • 11:54 25 Nîsan 2022
  • Rojane
 
ŞEHBA - Bi armanca şermezarkirina êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê, Meclîsa Kantona Şehbayê bi dirûşma "Hevkariya PDK'ê bi dewleta tirk re xiyanet e" meşek li dar xist.
 
Bi armanca şermezarkirina êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê, Meclîsa Kantona Şehbayê bi dirûşma "Hevkariya PDK'ê bi dewleta tirk re xiyanet e" meşek li navçeya Ehrezê ya Kantona Şehbayê, li dar xist. Hemû şêniyên Kantona Şehbayê û endamên Meclîsa Kantona Şehbayê beşdarî meşê bûn. Di meşê de alên Meclîsa Jina Azad a Şehbayê, wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wêneyên pakrewanan hatin hildan. Her wiha pankartên bi nivîsa "Na ji dewleta tirk re, erê ji berxwedana gerîla re" û "Bimire Erdogan" meş ji destpêka navçeya Ehrezê dest pê kir. Piştre meş bi deqeyek rêzgirtin a ji bo cangoriyên azadiyê li dîwarê navçeya Ehrezê veguherî mitîngê.
 
'Li hember dijmin her tim hestên me tolhildan e'
 
Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger a Kantona Şehbayê Ronahî Hesen axivî û wiha anî ziman: "Dewleta tirk a dagirker bi salane êrîşên xwe bi ser çiyayên azad de berdewam dike. Ji ber ku cara yekem e ku tevgereke wisa li hember modernîteya kapîtalîst derdikeve. Ev yek jî ne li gor berjewendiyên dijmin e, ji ber vê yekê êrîşên xwe bi hevkariya xiyanetkarê kurdan PDK'ê li her çar perçên Kurdistanê dike. Li hember hemû êrîşên heyî gerîla berxwedan û tekoşîneke bêhempa dikin. Li hember hemû êrîşên dagirkeran em weke ciwanên şoreşger û gelê welatparêz, em ê kêlî bi kêlî piştgiriya gerîlayên xwe bikin. Ji bo vê jî li hember êrîşên dagirkeran wê her tim hestên me tolhildan be." 
 
Meş bi berzkirina dirûşmên "Bimire îxanet", "Bijî berxwedana gerîla" û "Bijî Rêber Apo" bi dawî bû.