AKP di êrîşên li ser herêmên kurdan de çekên kimyewî bi kar anîne
- 08:50 25 Nîsan 2022
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Êrîşên AKP'ê yên bi hevkariya PDK'ê li ser başûr berdewam dikin hat diyarkirin ku di êrîşêan de çekên kimyewî tên bikaranîn.
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku artêşa dewleta tirk li herêmên berxwedanê yên Kurojehro, Werxelê, Şehîd Şahîn, Kûnîşka û Girê Ortê li dijî çeperên gerîlayan gazên bi jehrî bi kar anîne.
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê ev agahî da:"Dagirkerên ku di encama çalakiyên bi bandor ên hêzên me de, derbên giran xwarin li dijî çeperên li herêmên berxwedanê yên Kurojehro, Werxelê, Şehîd Şahîn, Kûnîşka û Girê Ortêyê gazên bi jehrî bi kar anîne."