Parêzer Ekîn Yeter: Tirkiye li Îmraliyê sûc dike

  • 16:59 24 Nîsan 2022
  • Rojane
 
WAN - Parêzera OHD'ê Ekîn Yeter di panela Meclisa Ciwanan a HDP'ê ya bi sernavê tecrîdê de axivî û got ku Tirkiye li Îmraliyê Sûc dike. 
 
Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  ya Wanê derbarê Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li hemberî girtiyan de li baxçeyê avahiya xwe panel li dar xist. Li qada ku panel lê hat lidarxistin pankartên “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” û " Bijî berxwedananan” hatin daliqandin. Di panelê de endama Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Sînem Çetîn moderatoriya panelê kir, Ji Komeleya Hiqûqnasanên Azadîxwaz (OHD) Ekîn Yeter, Serokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê Mehmet Karataş û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Hejmarek zêde ji hemwelatiyan jî wek temaşevan beşdarî panelê bûn.
 
'Ttrkiye qanûnên xwe pêk nayne'
 
Di panelê de Nûnera OHD'ê Ekîn Yeter axivî û diyar kir ku li dijî Abdullah Ocalan tecrîda li ser tercîrîdê hatiye kirin û ev li dijî hiqûqê ye. Ekîn da zanîn ku tecrîda li Îmraliyê dest pê kiriye li tevahiya civakê belav bûye û got, “ GirtîgehaÎmralî bi taybet hatiye çêkirin û ev pêkanînan taybet 23 sal in didome.  Polîtîkaya tecrîdê ya ku hatiye pêşxistin di hiqûqa navxweyî û ya navneteweyî de tu beranberê wê tune ye. Mafê tu mehkûmekî bi tu şertan nayê binpêkirin. Mixabin Tirkiye vê yekê didomîne û sûc dike."
 
Binpêkirina mafê ragihandinê
 
Serokê ÎHD'a Wanê Mehmet Karatas jî diyar kir ku mafê girtiyan tê binpêkrin û ev tişt got,  “Di Qanûna Înfazê de ev tişt hatiye nivîsandin; Tu cezayê ku mirovan bê rûmet bike. Lê di pêkanînê de qanûn bi tevahî tê binpêkirin. Ji sala 2015'an û vir ve di serdanên me  yên li girtîgehan de yek ji binpêkirinên herî zêde yên mafên mirovan astengkirina mafê rojname, kovar û pirtûkan e. Ev ji aliyê rayedarên înfazê ve bi awaiyş  neheq tên redkirin û ev jî binpêkirina mafên ragihandinê ye.."