Aktivîst, mafnasên rojhilatê Kurdistanê êrîş şermezar kirin

  • 16:22 24 Nîsan 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - 102 aktivîst, mafnas, parêzer û kesayetên ji Rojhilatê Kurdistanê bi daxuyaniyekê êrişa dagirkeriyê ya dewlet tirk a li ser xaka başûrê Kurdistanê şermezar kirin. 
 
102 aktivîst, mafnas, parêzer û kesayetên ji rojhilatê Kurdistanê bi daxuyaniyekê êrişa dagirker a Tirk a li ser xaka başûrê Kurdistanê şermezar kirin û gotin, mafê ti dewletekê nine bi behaneya ewlehiya xwe ya netewî destdirêjiyê bike ser xak û serweriya welatekî din. Her wiha bang li Netewên Yekbûyî jî kirin gavên pratîkî ji bo bi dawîanîna êrişên dewleta tirk bavêjin.
 
Di daxuyaniyê de hat gotin ku raya giştî ya navnereweyî binpêkirinên dewleta tirk ji nedîtî ve tê  û ev tişt hat gotin,; “Dewleta tirk carek din bi rêya  bejahî û asîmanî êrişî ser xaka herêma Kurdistanê kiriye û ev jî binpêkirina eşkere ya serweriya xaka Herêm û Iraqê  ye. Tirkiye dîrokek wê ya reş di binpêkirinên pîvanên mafên mirov û piştgirîdayîna DAIŞ’ê de heye ku li dijî nirxên mirovahiyê ne.
 
Mafê ti dewletekê nine ku bi behaneya parastina ewlehiya xwe ya netewî destdirêjiyê bike ser yekparçeyiya xak û serweriya siyasî ya dewletek din. Aramî û ewlehiya herêmî û navdewletî bixe ber êrişên metirsîdar.”