Şêniyên Kantona Kobanê li dijî êrîşan meşiyan

  • 13:23 24 Nîsan 2022
  • Rojane
 
KOBANÊ - Rêxistina Kongereya Star a Kantona Kobanê, bi dirûşma “Em rênadin dagirkeriyê û îxanetê, dem dema azadiya Kurdistan e” meşeke girseyî li dar xistin.
 
Kongereya Star a Kantona Kobanê, li dijî êrişên dewleta tirk ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan. Di meşê de wêneyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocelan, alên Meclisa Malbatên Şehîdan, Kongereya Star, Hêza Parastina Gel hatin hildan. Bi giştî Sazî û Dezgehên Rêveberiya Xweser tevli meşê bûn. Meş ji qada Jina Azad bi berzkirina dirûşmên “Bimire Îxnet”û “Gerîla Rûmet e” heta Qada Aşîtî berdewam kir û li wê girse rawestiya. Ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyeke rêz hat girtin piştir e ji Sara Xelîl li ser Navê Rêxistina Kongereya Star a Kantona Kobanê axivî.
 
‘Li hemberî Îxanetê berxwedaniyeke mezin tê kirin’
 
Sara di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku ew gerîlayên li hemberî tang û topên dijmin li berxwe didin û tekoşîna xwe mezin dikine  û wiha berdewam kir: “Em bi dilekî gerim egîdên xwe silav dikin. Li dijî êrîşên li ser Herêmên Parastiyê yên Medyayê li hemberî îxanetê  berxwedaniyeke mezin tê kirin. Dewleta tirk dixweze vîna gerîlayên me tekoşerên me lawaz bike. Lê yên ku bi salan li berxwe dane bi hemû hêza xwe welatê xwe diparêzin. Em Gelê Kurd   xwedî deh hezar şehîdin û tu carî jî kes nikare berxwedanA me bişkîne û rê li ber tekoşîna me bigire.”
 
Meş bi dirûşmên “Bimire Îxanet” û “Bjiî Berxwedana gerîla” bi dawî bû.