Yekîtiya Êzdiyên Efrînê li dijî êrîşan daxuyanî da

  • 13:08 24 Nîsan 2022
  • Rojane
 
ŞEHBA - Yekîtiya Êzdiyên Efrînê li dijî êrîşên li ser başûrê Kurdistanê daxiyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: " Dawaza me ew e ku Mesrûr Berezanî alîkariya Artêşa Turk neke û berjewandiyên kurdan di ser berjewandiyên  xwe re bigire. Divê herkes bizanibe ku gerîla hêzeke fedayî ya ji bo Gelê Kurd e û tu hêz nikare wê tune bike, Ji ber ku nûnertiya wijdana kurd dike."
 
Yekîtiya Êzdiyên Efrînê li dijî êrîşên li ser başûrê Kurdistinê yên Dewleta Tirk li pêşiya navenda xwe ya li Navçeya Ehdas a  Kantona Şehbayê daxiyanî da. Hemû endamên Yekîtiya Êzdiyên Efrînê beşdar daxiyaniyê bûn. Di daxiyaniyê de alên Yekîtiya Êzdiyan û Yektiya Jinên Êzdî hatin hildan. Daxiyanî ji aliyê Ereksîn Marko ve hate xwendin. 
 
Daxiyanî wiha ye:
  
"Artêşa Tir li ser Herêmên Parastina Medyayê li gel ku hemû cûreyên çekên qedexekirî yên navdewletî bi kar tîne jî bi  tenê cenazeyên leşkerê xwe berhev dike û hejmara wan cenazeyan jî gelên Tirkiyê vedişêre. Niha jî artêşa tirk di bin navê operasyoneke nû de êrîş dike. Erdogan bi van êrîşan hêvî dike ku Qendîl û Şengal kontrol bike, ji bo ku bi vê dorpêçkirinê bigihêje armanca xwe ya dorpêçkirina hêzên Sûriye Demokratîk. Mesrûr El-Berazanî derbasî Enqerê bû ku hevkariya partiya Demokratiya Kurdistanê û li gel wî hevkariya hikûmeta El-Kazmî ji bo dorpêçkirina Şengalê bikin. Her wiha Erdogan jî bo ku li hemberî gelên Tirkiyê wek qehremanekî netewî derkeve û ji nû ve wek serokomarê Tirkiyê bê hilbijartin êrîş dike. Em dizanin  ew dijmin e û armanca wî tunekirina kurdan e.  Lê ya bi êş ew e kesên dibêjin em kurd in û bi navê kurdiyetiyê diaxivin alîkariya dijmin dikin ku me talan bikin û ev jî îxaneta herî bi êş e.
 
'Armanc talankirina Şengalê ye'
 
Serokwezîrê Herêma Federe  yê ji Partiya Demokratîk a Kurdistanê  Mesrûr El-Berazanî ji aliyê Erdogan ve hat gazîkirin ku ji bo biryarê  derbarê herêmê de hatine girtin erê bike û hevkariyê bike.  Armanca vê êrîşa Tirkiyê bi hikumeta Bexdadê û bi tensîqkirina hikûmeta herêmêî bi lêkirina dîwarê şermê re ew ê ku Şengalê ji cîhanê qut bikin û talan bikin. Em di vir de dibînin ku dîroka 3'ê Îlonê sala 2014'an de careke din xwe nû dike. Em bi navê Yekîtiya Êzdiyên Efrînê û ji kampa Şehbayê vê êrîşê şermezar dikin. Bi vê êrîşa sê alî (Artêşa Turk û Artêşa hikumeta Bexdadê û hêzên PDK ) ya li ser Herêmên Parastina Medyay û Şengalê tê kirin rewa dikin.
 
Bila Mesrûr Barzanî alîkariya Artêşa Tirk neke
 
Dawaza me ew e ku Mesrûr Berezanî alîkariya Artêşa Turk neke û berjewandiyên Gelê Kurd di ser berjewandiyên xwe re bigire. Bila zanibe ew jî armanca duyemîn e.  Bila gotina Erdoxan bîne bîra xwe ya dema ku got 'Mesûd Berezanî tenê Serokê Eşîrê ye'. Bila zanibin Gerîla hêzeke fedayî ye ji bo kurdan û tu hêz nikare wê tune bike, ji ber ku nûnertiya wijdana kurd dike."
 
Daxiyanî bi berzkirina diruşmên "Bimire xiyaneta PDK'ê", " Bijî berxwedana Gerîla û Asayîşa kurdan" û "Bijî berxwedana Şengalê" bi dawî bû.