ROJEVA 24'Ê NÎSANA 2022'YAN
- 09:00 24 Nîsan 2022
- Rojev
* Jinên Botanê banga tevlîbûna danişîna doza Denîz Poyraz a ku dê di 29’ê nîsanê de pêk bê kirin û gotin: "Di şexsê Denîzê de êrişê li hemû jinan hatiye kirin. Her wiha îqtîdar jî kujer diparêze. Li dijî vê yekê divê em xwedî li doza Denîzê derkevin." BI DÎMEN
*Nûnera Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê parêzer Asya Cemre Işik, da zanîn ku doza girtina derbarê KCDP'ê de ne hiqûqiye, di vê pêvajoyê de wê wek Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê ligel KCDP’ê bin. BI DÎMEN
* Rêvebera ÎHD’a Wanê parêzer Jiyan Ozkaplan da zanîn ku binpêkirinên mafan yên li girtîgehan der barê şewitandina înfaza girtiyane û got îdareyên girtîgehan li gorî mevzuatê tevnagerin. Jiyanê banga hestiyariyê li hemû parêzvanên mafê mirovan û rêxistinên navneteweyî kir. BI DÎMEN
*Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran der barê civîna Meclîsa Jinê de axivî û got divê HDP wek navenda riya sêyemîn bê qebûlkirin. Ayşeyê balkişand ser êrîşên Tirkiyeyê yên li li dijî herêma Federe ya Kurdistanê û got dixwazin kurdan li her derê bê statu bihêlin. DÎMEN HEYE