Meclisa Jinan li dijî tundiyê dest bi hemleya sêyemîn kir

  • 14:07 23 Nîsan 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Jinan a PYD'ê bi dirûşma “Bi têkoşîna hevgirtina jinan tundî bi dawî dibe” bernameya çalakiyên xwe ya hemleya 3'yemîn aşkera kir.  
 
Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demorkatîk (PYD) ji bo bidawîkirina tundiya li ser jinan, du hemle dabû destpêkirin. Meclisê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku ew bi dirûşma “Bi têkoşîna hevgirtina jinan tundî bi dawî dibe” dest bi hemleya xwe sêyemîn dikin.
 
Daxuyaniya Meclisa Jinan a PYD`ê wiha ye:
 
“Dîroka jinan tijî lehngî û têkoşîn e û di heman demê de tijî fedakarî ye ku bi saya têkoşîna wan şoreşa me gihaşt vê astê. Her wiha jinan di şoreşa Rojava gihaşt tevahiya qadên siyasî, aborî, civakî, leşkerî û dîplomatîk, çirûska azadiyê û hêviyê da hemû jinên cîhanê.
 
Lê tevî van hemûyan jî diyardeya tundiyê li dijî jinan bi hemû cûreyên wê ji aliyê hêzên serdest û zihniyeta baviksalarî ve didome ku her tim şikandina vîna jina azad armanc dike. Lê di nav civaka me de em her roj dibînin ku jin rastî cûreyên herî dijwar ên zilim, tundî û kuştinê tên.
 
Em weke Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk a (PYD) li ser bingeha partî û meclis di têkoşînê de dixebitin, em soz didin ku em ê bi rêya hemle û çalakiyan hemû cureyên tundiyê li ser jinan di civakê de tune bikin.
 
Hemleya me ya yekemîn di meha "Îlonê" de bi dirûşma "Dev ji kuştina jinan berdin" û hemleya me ya duyemîn di meha Sibatê de bi dirûşma "Na ji komplo re, na ji dagirkeriyê re, na ji tundiyê re" û îro jî bi riya vê daxuyaniyê em berdewama hemleya xwe ya sêyemîn bi dirûşma "Bi têkoşîn hevgirtina jinan tundî bi dawî dibe" radigihînin. 
 
Em sûcên kuştinê yên derheqê jinan di civakê de şermezar dikin û bang li hemû rêxistinên jinan û hemû beşên civakê dikin ji bo rê li ber vê diyardeyê bigirin û koletî û neheqiyê ji holê rakin, bibin yek. Ji ber ku bi vîna jina azad û hêza wê em ê teqez bigihêjin azadiyê û serkeftinê.
 
Li ser vê bingehê bernameya çalakiya me bi dirûşma "Bi têkoşîn hevgirtina jinan tundî bi dawî dibe" dê wiha be:
 
* Damezrandina forman ji bo saziyên çapemeniyê bi armanca ku rola xwe ya çapemeniyê bilîzin, ji bo kêmkirina van sûcan û piştgirtiya mafên jinan.
 
* Belavkirina broşûrên hişyariyê têkildarî mafên jinan û cezayên binpêkirina wan mafan li gorî qanûnê.
 
* Lidarixistina semînerên têkildar ji mêran re.
 
* Amadekirina statîstîk ji aliyê Meclisa Edaleta Civakî ve ji bo belgekirina bûyerên kuştinê û diyarkirina cezayan ku li ser sûcdaran têne birîn.
 
* Li ser asta her du kantonên Hesekê û Qamişlo platformek were lidarxistin û li ser vê mijarê bi jinên di nava civakê de were nîqaşkirin.
 
* Li Minbic, Firat û herêmên Şahba Foruma Diyalogê bi hazirbûna hiquqnasan û meleyan bê lidarxistin."