Tifaqa Kurdistanî: Roj roja yekitiya netewî ye

  • 12:56 23 Nîsan 2022
  • Rojane
AMED - Tifaqa Kurdistanî li dijî êrişan daxuyaniyek da û got "Tirkiye ji şerê Ûkrayna-Rûsyayê sûd werdigire û bi vê yekê siyaseta xwe ya şer li Herêma Kurdistanê û Rojavaya Xweser kurtir dike, ev yek dibe ku bibe sedema karesateke nû. Partiyên me ji hev cuda ne, eniya me yek e. Îro roj roja yekîtiya netewî ye."
 
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Azadî, PDK - T, DDKD, PÎA, KKP û Platforma Jinên Kurd têkildarê êrişên Artêşa Tirk a li hemberî Herêm Federal a Kurdistanê daxuyanî dan. Daxuyaniya li avahiya Rojnamevanên Rojhilata Navîn hat dayîn. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz û Hevserokê Giştî KCD’ê Berdan Ozturk tevlî daxuyaniyê bûn. 
 
Metna tirkî ji aliyê alîkarê serokatiya giştî ya KDP -T yê Ozan Kardaş û metna tirkî jî aliyê arîkarê serokatiya giştî ya PÎA yê Sedat Dogan ve hate xwendin.
 
Di daxuyaniya hevpar de wiha hat gotin:  
 
"Êrişên Dewleta Tirk deh sal in li ser xakên Kurdistanê berdewam dike. Mîna operasyonên leşkerî yên ku berê pêk hatin, operasyonên ku didomin jî dê xitimandinê kûrtir bike û rê li 'çareseriyê' bigire. Em vê yekê şermezar dikin. Her wiha operasyona leşkerî binpêkirina sînorên dewleta cîran e û li dijî hiqûqa navneteweyî ye. 
 
Divê Tirkiye di zûtirîn demê de operasyona leşkerî rawestîne, 5 baregeh û 38 xalên xwe yên leşkerî yên li Herêma Kurdistanê vekişîne. Gava yekem a çareseriyeke mayînde ev e. Ji bo vê jî em bang li hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku helwestê xwe bi awayeke zelal nîşan bide ku Tirkiye operasyona leşkerî rawestîne û bi vekişandina baregehên xwe dawî li dagirkeriyê bîne. Tirkiye ji rewşa ku ji ber şerê Ûkrayna-Rûsyayê derketiye holê sûd werdigire û bi vê yekê siyaseta xwe ya şer li Herêma Kurdistanê û Rojavaya Xweser kurtir dike, ev yek dibe ku bibe sedema karesateke nû, bi taybetî jî bibe sedema ziyanên canî! Ji ber vê em ji şer re dibêjin na.
 
Şer, windakirina cana ye
 
Pirsgirêka kurd de îro ji berê zêdetir pêdivî bi çareseriyeke aştiyane heye. Siyaseta şer a li hundir, li ser sînor, li Meclîsê û li ser maseyên dîplomatîk tê meşandin çareserî pêk neanî û dê pêk neyê. Ji ber vê yekê jî wek Tifaqa Kurdistanî em giringiyê didin siyaseta ‘normalîzekirinê’ ya ku Tirkiyê bi cîranên xwe re; ji Ermenîstanê heta Îsraîlê, ji Misirê heta Îmaratê daye destpêkirin û em bang Tirkiyê dikin ku bi cîranên xwe ên rêveberiyên Kurdistanê re jî heman polîtîkaya normalîzekirinê bi awayeke mayînde bidomînin. Her gava aştiyane ya ku bi rêveberiyên Kurdistanê re bê avêtin ji bo berjewendiyên gelên Kurdistan û Tirkiyeyê ye. 
 
Eşkere ye ku polîtîkayên şer pirsgirêka kurd çareser nake, krîza aborî û encamên wê yên civakî girantir dike. Ji niha ve xûya ye ku krîza aborî û enflasyon, zem, betalî, xizanî ya ku gel ditingijîne bi polîtîkayên şer dê bi tevahî ji kontrolê derkeve. Şer, windakirina cana ye ku di jiyana civakan de nirxên herî pêwîst ên gelan e. Krîza aborî, birçîbûn û xizanî ye. Em ji şer re dibêjin NA. Em bang li Neteweyên Yekbûyî (NY), Yekitiya Ereban û Iraqê dikin ku vê ‘operasyona leşkerî rawestînin’.
 
Ji muxalefetê re bang
 
Piştgiriyê nedin polîtîkaya şer a hikûmeta AKP'ê. Ji şer re bêjin na, ji bîr nekin ku AKP jî bi vê polîtîkaya şer xwedî planên hilbijartinê ye. Ji ber çi sedemê dibe bila bibe, hevdîtina bi hikûmetê re di heman xeta şer de yan jî şopandina polîtîkayên hovanetir, xelet e û dê encamên vê yekê ji bo gelên me gelek giran bin. Em bang li gelên Tirk, Fars û Ereb dikin; ji şer û siyaseta dagirkeriyê re bêjin ‘Na’! Û em ji bîr nekin ku bêyî Gelê Kurd azad bibe; Siyaset, rewşenbîr û civaka faris, tirk û ereb azad nabin. Demokrasî di civakê de bi awayekî mayînde pêş nakeve. Ji ber ku siyaseta yekperest-nîjadperest; polîtîkaya navxweyî û derve, maf û azadiyên bingehîn, qanûn, sazî û çandê bi tirsa avakirina Kurdistanê dizayn dike; ev yek hewldanên deokratîkbûyinê jî jehrî dike.
 
Di meseleya kurdan de hemû dibin yek
 
Her çiqas di navbera dewletên kolonyalist nakokî û pevçûn hebin jî, me gelek caran dîtiye ku di cih de li ser pirsgirêka kurd li hev kirine. Îro bi operasyona leşkerî ya Tirkiyê re ku ji Eyn Îsa heta Kampa Mexmûrê dirêj dibe, Hikûmeta Sûriyê jî li ser xeta Heleb-Heseke ketiye nava liv û tevgerê. Iraq li dora Şengalê dîwar lê dike û leşkeran dicivîne û Îran jî bi fuzeyê gef li Hewlerê dixwe. 
 
Yê ku keştiya xwe xilas dike kaptan e
 
Di vê rewşa de ku ji çar aliyan ve hati dorpêçkirin; dem hatiye ku siyaseta kurd li her perçeyên Kurdistanê bibêje ku 'Partiyên me ji hev cuda ne, eniya me yek e.' Em di têkoşîna rizgariya netewî de li heman aliyê ne. Ango îro roj roja yekîtiya netewî ye. Ger em nikaribin Yekitiya Netewî ya mayinde ava bikin, qet nebe bi helwesteke hevpar hevkarî û çalakiyên xwe pêş bixin û bibin dostên hev. Ligel helwestên cuda yên siyasî yên hêzên netewî yên kurd, roj roja, bi hev re, parastin û pêşxistina destkeftiyan e, bi taybetî jî parastina statuya her du parçeyan e. Roj ew roj e ku divê partiyên kurdî; polîtîkaya ‘Yê ku keştiya xwe xilas dike kaptan e’ têk bibin.”