ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2022'AN
- 09:00 23 Nîsan 2022
- Rojev
*Girê Karakûşê di nav sînorên navçeya Kolikê ya Semsûrê de cih digire, di heman deme ev gir bi navê Gorîstana Keybanûyan jî tê zanîn. Gorîstana Keybanûyan ku cihekî dîrokî û hebûna xwe heta roja me parastiye hêjayî dîtinê ye. DÎMEN HEYE
*Nûçegîhana Ekmek ve Gul Elîf Ekîn Saltik diyar kir ku serdestiya mêr bi çapemeniyê re tevdigere û got divê çapemeniya hewzê dest ji zimanê ku jinan sûcdar dike berde û bi awayekî objektîf nêz bibe. DÎMEN HEYE
*Emîne Al û Sona Demîr, ji bo komkirina pincar berê xwe dan gundê Hewarê û gotin: "Pincarên ku em kom dikin bifeydeye û li bazaran jî tên firotin. Lê ji ber buhabûnê em li şûna ku ji bazarê bistînin ji çolê kom dikin." DÎMEN HEYE
*Endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê êrişên Arteşa Tirk ên bi hevkariya PDK’ê pêk tê şermezar kirin û gotin: "Wê nikaribin Gelê Kurd tunebikin. Em bang li Barzanî dikin ku destê xwe ji zarokên me bikişîne." BI DÎMÊN
*Hevseroka TUHAY-DER'ê ya Wanê Edîbe Babur, da zanîn ku tecrîda giran a li Îmraliyê bandora xwe li tevahiya girtîgehan kiriye û got: “Em ji ewlehiya canê girtiyan bi fikarin. Ji ewlehiya canê girtiya wezareta dadê û rêveberiya girtîgehan berpirs e." BI DÎMEN
* Mihrîban Şengîl a ku di 21’ê nîsanê de hat qetilkirin, xwîşka wê Taybet Uren ku şahidiye kiriye, anî ziman ku xwîşka wê roja ku zewiciye heta vê rojê her tim bi tundiyê re rûbirû maye û got: “Xwîşka min ligel temenê xwe yê ciwan hat qetilkirin. Em dixwazin ev kes cezayê herî giran bigire.” BI DÎMEN