Li Îzmîrê 'Nobeda Edaletê' ya xizmên girtiyan dewam dike
- 16:53 22 Nîsan 2022
- Rojane
İZMÎR - Di Nobeda Edaletê ya Îzmîrê de banga berdana girtiyên nexweş hat kirin.
Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin ku li Baroya Îzmîrê dabûn destpêkirin di roja 51’emîn de berdewam dike. Nobedê îro li Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên xwe li Anadoluyê Winda kirin (ANYAKAY-DER) didome. Rêveberên HDP’ê serdana malbatan kirin.
Hevseroka Rêxistna HDP’ê ya Navçeya Alîaga ya Îzmîrê Gul Ekîncî di serdanê de axivî û diyar kir ku li girtîgehan tecrîd li ser tecrîdê berdewam dike û ji ber polîtîkaya zîhniyeta AKP-MHP’ê li girtîgehan îşkence û kuştin didome.
Pişt re Endamê Meclîsa Partiyê yê HDP’ê Tevfîk Kaçar axivî û destnîşan kir ku ew li ba malbatên girtiyan cih digirin û xwest girtiyên nexweş tavilê werin berdan.