Ji Hewldana 'Ji bo Aysel Tugluk 1000' daxuyanî

  • 16:45 22 Nîsan 2022
  • Rojane
 
STENBOL - Hewldana "Ji bo Aysel Tugluk 1000 jin" derbarê kampanyaya ku ji bo Aysel Tugluk dabûn destpêkirin de civîna çapemeniyê li dar xist.
 
Hewldana "Ji bo Aysel Tugluk 1000 jin", derbarê kampanyaya ku ji bo siyasetmedara kurd Aysel Tugluk a di Girtîgeha Kandraya Kocaeliyê de ye û bi nexweşiya demansê ye dabûn destpêkirin de li Pasaja Aznavur a li Beyoguya Stnbolê li eywana Karşi Sanatê civîna çapemeniyê li dar xist.
 
Civîna ku gelek kesên di kampanyayê de cih girtin tevlibûn, Kongreya  Demokratîk a Gelan  (HDK) û hevberdevka HDK'ê Esengul Demîr, bi sedan hiqûqknas û parêstvanên mafên mirovan jî amade bûn. Li eywana ku civîn lê hat lidarxistin, "Nameyên ku ji Ayselê re hatine şandin" û dowîzên "Bêyî derengmayînê ji Aysel Tugluk re edalet" hatin daliqandin.
 
Dê bijîşk, hiqûqnas û hunermend biaxivin
 
Di civînê de xizma Ayselê Gulsen Yuksel, li ser rewşa Ayselê ya dawîn û daxwazên malbata wê, parêzera OHD'ê Elîf Taşdogen, pêvajoya beriya Ayselê nexweş bikeve û ya piştî wê ya hiqûqî, Bijîşk Emel Gokmen li ser nexweşiya demansê,  Bijîşk Yeşîm Îşlegen li ser nêzîkatiye li hemberî nexweşan û pêvajoya li girtîgehê, Bijîşk Pinar Sarp, li ser pirsigirêkên di warê tendirustiyê û pêvajoya dermankirinê li girtîgehan, Lîstikvan Denîz Turkalî jî li ser daxwazên di çarçoveya kampanyayê de axivî.