Meclisa Jinan a TUM BEL-SEN’ê: Vîn û keda jinan tê binpêkirin

  • 15:37 22 Nîsan 2022
  • Rojane
 
AMED - Derbarê xebatkarên jin ên hatine sirgûnkirin û rastî mobîngê hatine de, Meclisa Jinan a TUM BEL-SEN’ê daxuyanî da û got: “Qeyûman li ser karmendên şaredariyê sepanên mobîng û sirgûne dimeşîne. E van zextan qebûl nakin û divê bi dawî bibin.”
 
Meclisa Jinan a Xizmetên Rêveberiyên Herêmî û Hemû Şaredariyan (TUMBEL - SEN) têkildarî sirgûn kirin û zextên li ser xebatkarên jin û karmendên ku ji aliyê qeyûman ve ji derve li şaredariyan hatine bicihkirin, daxuyanî da. Daxuyanî, li avahiya xwe ya Yenîşehîr a Amedê da. Di daxuyaniyê de pankarta “Demildest dawiyekî li sepanên zext û sirgûnê yên li ser karker û kedkaran bînin” hatibû vekirin. Daxuyanî ji hêla Sekretera Meclisa Jinan a TUMBEL-SEN’ê Ayşe Kuran ve hate xwendin. 
 
Di daxuyaniyê de Ayşe anî ziman ku şeredariya qeyûman li ser xebatkarên şaredariyê sepanên mobîng û sirgûne dimeşîne û ew tişt got: “Li şaredariyên ku qeyûm lê hatine tayînkirin, li ser xebatkarên jin spanên mobîngê tên meşandin û sirgûn dikin. Di heman demê de qeyûm li dijî vîna jinan dertê û keda jinan binpê dike.”
 
Bi domdarî Ayşe da zanîn ku di pêvajoya qeyûm de gelek saziyên jinan hatine girtin û wiha domand: “Her wiha xebatkarên jin jî hatin sirgûnkirin. Piştî darbeya sala 2016’an û hilbijartina 2019’an, bi rêya qeyûman dest danîn ser şaredariyan. Di serdema qeyûman de bi hezaran karker an hatin îxrackirin an jî hatin sirgûnkirin. Bandora qeyûman herî pir li ser jinan bû û di vê pêvajoyê de gelek komele û saziyen jinan an hatin girtin an jî rêveberên mêr avêtin ser. Qeyûm, kesên ji derve li şaredariyê bi cih kir û di derheqê piraniya kesên ji derve li şaredariyê hatine bicihkirin de jî îdiayên nelirêtî û tacîzê hene.” 
 
Di berdewamê de Ayşe bal kişand ser Şaredariya Amedê ku qeyûm lê hatiye tayînkirin û ev tişt anî ziman: “Li şîna hevserokên Şeredariya Bajarê Mezin a Amedê qeyûm hate tayînkirin. Piştî tayînkirina qeyûman, sazî û karmendên ku ne alîgirên AKP’ê ne hedef hatin girtin û karmendên sendîkaya me jî di nav de, gelek karmend ji kar hatin avêtin.”
 
Ayşe di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku sirgûn, mobîng û îxraçan qebûl nakin û xwest ku dawiyek li van sepanan bê anîn.