MKGP: Rêya me rêya heqîqetê ye
- 13:58 22 Nîsan 2022
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi minasebeta Roja Rojnamegerên Kurd MKGP daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: "Rojnamegerên jin ên kurd di qada dîtbarî, nivîsî û tevîzyonan de bûn lêgerînvanên heqîqetê. Polîtîkayên îqtîdarê yên li hemberî jin deşîfre kirin û medyayeke alternatîf afirandin."
Platforma Rojnamgerên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP), bi minasebeta Roja Rojnamegeriya Kurd daxuyaniyeke nivîskî daç
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Di sala 1898'an bi derxistina Rojnameya 'Kurdistanê' gaveke dîrokî hat avêtin. Di salên 1990’î de jî derket merheleyekdin. Her sala ku derbas bû ev karwan mezin bû û dengê wan bilind bû.
Her pêvajo di pêşketina çapemeniya kurd de rolek list. Di salên 90’î de zext û zilm bêtir bandorê li çapemeniya kurd kir. Di salên 90'î de gelek kedkarên çapemeniyê yên ku bûn dengê Gelê Kurd û dengê heqîqetê li kolanan hatin qetilkirin. Avahiyên wan hatin bombekirin. Xwestin xebatên rojnamegeriya kurd asten bikin. Gelek rojnameger di binçav de hatin windakirin û an jî hatin girtin. Ligel atmosfera tirsê xebatkarên çapemeniyê tu carî paşve gav neavêtin. Mîrateya xebatkarên çapemeniyê berdewam kirin.
Rojnamegerên jin, xwedî li mîrateya Gurbetellî Ersozler, Ayfer Serçe, Denîz Firat û Nûjiyan Erhan derketin û li ser şopa wan meşiyan. Rojnamegerên jin ên kurd di qada dîtbarî, nivîsî û tevîzyonan de bûn lêgerînvanên heqîqetê. Polîtîkayên îqtîdarê yên li hemberî jin deşîfre kirin û medyayeke alternatîf afirandin. Bi reng û dengê xwe alternatîfan diafirînin. Li hemberî her cureyên zext, binçavkirin û girtinan gotineke me û kirinên me hene. Rêya me rêya heqîqetê ye.
Em Roja Rojnamegeriya Kurd li hemû xebatkarên çapemeniyê pîroz dikin."