Ji ber alîgiriya serdozger zilm berdewam dike

  • 13:00 22 Nîsan 2022
  • Rojane
 
RIHA - Malbata Şenyaşar diyar kir ku ji ber serdozger alîgiriyê dike zilma li ber Edliyeya Rihayê berdewam dike.
 
Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar  ku di 9’ê Adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê dabûn destpêkirin, di roja 410’emîn de berdewam dike. Malbat wek her sibehê ji Pirsûsê hat ber edliyê û nobeda xwe da destpêkirin. 
 
Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê ev peyam parve kir: “Her derew û bêbextiya ku tê kirin, dibe deyndarê rastiyê. Hemû rastiyên derbarê doza me de derketin holê. Serdozger dema pir eşkere alîgiriyê dike, zilma li ber Edliyeya Rihayê berdewam dike. Em ê qet baweriya xwe ya bi edaletê winda nekin.”