TJK-E: Ev şer li dijî Gelê Kurd hatiye destpêkirin

  • 11:46 22 Nîsan 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-E, ji bo çalakiyên ku dê sibê li Ewropayê bên lidarxistin banga tevlîbûnê kir û got:" Divê em ji bîr nekin ku ev şer ne tenê di navbera Dewleta Tirk û gerîla de diqewime. Ev şer li dijî Gelê Kurd, Kurdistanê, li dijî rûmeta Gelê Kurd, li dijî bawerî, ziman, xak û ava Kurdan hatiye destpêkirin."
 
Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) bi daxuyaniyeke bal kişand ser êrişên li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê û banga tevlîbûna çalakiyên 23'ê nîsanê kir. 
 
Daxuyaniya TJK-E'yê wiha ye: 
 
"Dewleta Tirk a dagirker faşîst ji bo destê xwe li Rojhilata Navîn xurtir bike û sînoran ji nû ve diyar bike, li ser Kurdistanê dest bi şerekî topyekûn kir. Dewleta Tirk ku qirkirina Kurdan ji xwe re kiriye armanca esasî, bi mejiyê îmha û tunekirinê bi her awayî êrişî gelê me û welatê me dike. Ev şer ji bo tunekirina hebûna Gelê Kurd e. Ji bo desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst Kurdê herî baş Kurdê mirî ye. Û ev desthilatdariya faşîst mîna sedan sal in tê kirin di vê sedsalê de jî dixwaze kurdan û nirxên wan tune bike. Desthilatdariya AKP-MHP'ê hebûna xwe spartiye vê armancê. Êrişên ku 17'ê Nîsanê destpê kirin ev plan gihandiye asteke nû.
 
PDK bi tevlîbûna li nava vî şerê qirêj re dijminatiya xwe li Kurdên azad û Kurdistanê ragihandiye. Dîrokê gelek caran ispat kiriye ku ji bo PDK'ê yekane tişta girîng berjewendiyên malbatî û eşîrî ye. PDK ji bo vê xiyanetê li gelê xwe dike, bi her awayî piştgirî û derfetê dide dewleta Tirk û bi vî rengî di vî şerî de rola herî qirêj dilîze, derfet û dewlemendiya Kurdistanê pêşkêşî dewleta Tirk dike. Dijminatiya dewleta Tirk a faşîst ku hebûna xwe li ser tunebûna Gelê Kurd ava kiriye û PDK'ê ya li kurd û Kurdistanê êdî ji aliyê her kesî ve tê zanîn. Jin û Gelê Kurd wê vê xiyanetê ti carî ji bîr nekin û derseke dîrokî bidin PDK'ê. Pêlava mekapê ya zer ku li Londonê jinan hildan jorê, ne tenê çalakiyek bû; di heman demê de xwedîderketina li rûmeta xwe bû, hesabpirsîna ji xiyanetê bû. Jinên Kurd wê bi vê têgihiştinê hesab ji xayinan û dijminên kurdan bipirsin.
 
Divê em ji bîr nekin ku ev şer ne tenê di navbera dewleta Tirk û gerîla de diqewime. Ev şer li dijî Gelê Kurd, Kurdistanê, li dijî rûmeta Gelê Kurd, li dijî bawerî, ziman, xak û ava Kurdan hatiye ragihandin. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê jî ji bo parastina van nirxan, ji bo Kurdîtiya Azad û Kurdistana Azad bi rengekî dîrokî li ber xwe didin. Dem hatiye ku em jî li her devera lê ne bi berxwedana dîrokî hesab bipirsin. Gelê me, jin û alîgirên azadiyê divê bi berxwedana li dijî faşîzma dewleta Tirk û xiyaneta PDK'ê, li gel gerîla cih bigirin û li dijî qirkirin û xiyanetê her roj di nava berxwedanê de bin."
 
Di 23'yê nîsanê de li Frankfûrtê bi pêşengiya TÊKO-JIN meşek bê lidarxistin. Her wiha dê li gelek welatên Ewropayê meş û mîtîng werin lidaristin. Em bang li her kesî dikin ku tevlî van çalakiyan bibin."