'Xwedî li Rojnamegeriya Kurd derkevin'

  • 11:41 22 Nîsan 2022
  • Rojane
 
ENQERE - Bi minasebeta Roja Rojnamevaniya Kurd, HDP'ê daxuyaniyek da û got: "Em bang li derdorên eleqeder dikin ku li Rojnamegeriya Kurd xwedî derkevin."
 
Cîgirê Hevserokên Giştî yê ji Komîsyona Propaganda, Weşan û Çapemeniyê Berpirsiyar a HDP’ê Tayyip Temel bi daxuyaniyeke nivîskî Roja Rojnamevaniya Kurdî pîroz kir.
 
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:
 
“Rojnameya Kurdistanê ku yekemîn rojnameya Kurdî ye, di 22’ê Nîsana 1898’an de li Paytexta Misrê Qahîreyê ji aliyê Mîqdat Mîdhed Bedirxan ve dest bi weşanê kir. Ji ber vê yekê 22’ê Nîsanê wekî Roja Rojnamegeriya Kurdî tê qebûlkirin. 
 
124 sal berê Kurdistan bi periyoda ji 15 rojan carekê dest bi weşanê kir û bi giştî 31 hejmar hatin weşandin. Rojnameya Kurdistanê ji ber zextên dewleta Osmanî li sirgûniyê dest bi weşanê kir. Bi weşana rojnameya Kurdistanê, bingeha rojnamegeriya Kurd hat avêtin. Rojnameya Kurdistan lêgerîna heqîqetê ji bo xwe kir bingeh û bû destpêka kevneşopiya çapemeniya azad. 
 
Rewşenbîriya Kurd li ser bingehê Rojnameya Kurdistanê pêş ket. Jiyana siyasî, entelektuel,  çand û hunerî ya rewşenbîrên Kurd xwe bi teşe kir. Rêwîtiya ku 124 sal berê îro dest pê kir; her tim bû hedefa desthilatdarên ku bi polîtikayên înkar û îmhayê hebûna xwe berdewam dikin. Hem bû hedefa êrîşên giran, hem jî kirin hedefa êrîşan. Çapemeniya Kurd û kevneşopiya çapemeniya azad, bi bedelên giran û di bin zext û êrîşên zêde de hebûna xwe parast û heta îro hat. Îro jî ji bo ronîkirina civakê û dengê civakê roleke jiyanî dilîze. 
 
Çapemeniya Kurd bi taybetî di salên 90’î de li gel kuştin, îşkence û girtinê, berdêlên pir giran da. Îro jî bi heman êrîş, zext û astengiyan re rû bi rû dimîne. Lê kevneşopiya çapemeniya azad, li gel tundî, zext û astengiyan, bêyî tawîzan bide, rêça Mîqdat Mîdhed Bedirxan, Musa Anter û Gurbeteliyan û kevneşopiya wan a têkoşînê berdewam dike. 
 
Çapemeniya Kurd îro di bin êrîş û gefên hîn mezintir de ye. Bi taybetî dixwazin bikin aliyê êrîşên îmhayê yên li dijî destkeftiyên gelê Kurd. Dixwazin bikin amûrê ku xizmeta berjewendiyên desthilatdaran dikin. Medya Kurd ji ber vê yekê bi gef û talûkeyên mezin re rû bi rû ye. Parastina mafê gelê Kurd, esasgirtina azadiya gelê Kurd, fermana mîrateya kevneşopiya ku Rojnameya Kurdistanê daye destpêkirin e. 
 
Bi vê wesîleyê em bang li derdorên eleqeder dikin ku li Rojnamegeriya Kurd xwedî derkevin. Em bang dikin ku li dijî êrîşên li ser gelê Kurd, li ser esasê weşangeriya parastina maf û azadiya gelê Kurd, parastina heqîqetê bikin. Em careke din bi hurmet û minnetdarî kedkarên çapemeniyê û şehidên çapemeniya azad bibîr tînin. Em xebatkarên çapemeniya azad ku heqîqetê ji bo xwe esas digirin û Roja Rojnamegeriya Kurd pîroz dikin.”