ROJEVA 22'YÊ NÎSANA 2022'YAN

  • 09:00 22 Nîsan 2022
  • Rojev
* Endama Konseya Navenda ÎTO ya ji Komîteya Tertîp a 1’ê Gulanê Dr. Çîgdem Arslan da zanîn ku ji 1’ê Gulanê re demek kurt ma û daxwaza karker û kedkaran ya herî mezin mafê jiyan, debare û starbûnê ye û got: “Werin em carek din li qadan hêza xwe û yekitiya xwe nîşan bidin. Bila her kes 1’ê Gulanê de li Qada Maltepe be.” BI DÎMEN 
 
*Parêzer Ezgî Gungordu da zanîn ku Aysel ji ber piştevaniya ku tê kirin kêfxweşe û da zanîn ku binpêkirinên ku Ayselê li ATK’ê jiyaye û berpirsan de wê gilî bikin. Ezgiyê her wiha daxuyand ku divê piştevaniya bi Ayselê re hîn bêtir mezin be. BI DÎMEN 
 
* Endama Kordînasyona TAJÊ Rîham Hîco, diyar kir ku axa Kurdistanê cuda cuda dixin nav çemberê û dixwazin kurdan ji hevdû qut bikin û got: "Gav bi gav êriş dijwar dibin. Lê belê wê bi ser nekevin. Xwediyên vê axê em in. Kes nikare me ji vir derxe. Em li vir in em ê li vir bin. BI DÎMEN 
 
*Girtiyê bi navê Naîf Îşçî ye ku di Girtîgeha Girtî ya Tîpa T’ya Xelata Bedlîsê de girtî ye, anî ziman ku ew li girtîgehê tê tehdîtkirin. Dayika Naîf Nebahat Îşçî  ya ku bertek nîşanî helowesta rêveberiya girtîgehê da ev bang kir “Li dijî zilma li ser girtiyan divê hemû malbatên girtiyan rabin ser piyan.” DÎMEN HEYE
 
*Bi minasebeta Roja Rojnamegeriya Kurd, jinên Botanê bal kişandin ser rol û mîsyona rojnamegeran û gotin: "Qirkirin, kuştin, binçavkirin, girtin, êriş û binpêkirina mafan a ku li ser axa Kurdistanê pêk tê bi saya rojnamegerên kurd derdikeve rûyê erdê. Rojnamegerên kurd dibin dengê jin û dayikan." BI DÎMEN