Li ber Edliya Stenbolê çalakiya 'Nobeta Edaletê'

  • 15:06 21 Nîsan 2022
  • Rojane
STENBOL - Çalakiya "Nobeta Edaletê" li ber Edliya Stenbolê pêk hat û malbatan banga piştevaniyê kirin.
 
Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya ku ji hêla malbatên girtiyan ve li Stenbolê hatî destpêkirin di hefteya 5'an de didome. Malbatan çalakiya xwe ya vê hefteyê li ber Edliya Stenbolê ya Çaglayanê pêk anî. Dayika Yakûp Akman ê ku li Girtîgeha Tîpa F a Sîlîvriyê girtî ye Fînce Akman, xwîşka Selîm Çîftçî ê ku li Girtîgeha Tîpa L a Umraniyeyê girtî ye Cemîle Çîftçî û xwîşka Erdal Ozel ê ku li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê girtî ye Kumrî Akgul tevlî çalakiyê bûn. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zuleyha Gulum jî ji bo piştevaniyê tevlî çalakiyê bû. 
 
Di çalakiyê de Kumrî Akgul axivî û bal kişand ser binpêkirina mafên girtiyan ên li Girtîgeha Sîlîvriyê û got: "Di encama îşkenceya gardiyanan de girtî xwestin dawî li jiyana xwe bînin. Piştî bûyer qewimî malbat nekarin ji xizmên xwe yên girtî agahî bigirin. Li Girtîgeha Sîlîvriyê cenaze derketin. Em li bendê ne ku rayedarên dewletê daxuyaniyek bide. Girtiyên birîndar jî beyî agahiya malbatan sirgunê girtîgehên cuda hat kirin. Em vê tiştî qebûl nakin. Li girtîgehê bi îşkenceyan girtî tên qetilkirin. Ewlehiya jiyana zarokên me nîne. Şev nîvê şevê dema telefon lêdikevin em bi tirs bersiv didin, gelo çi bi zarokên me hat? Em di nav tirs û fikaran de dijîn. Ez bang li Wezareta Dadê dikim bila zarokên me li girtîgehan nemirin û bila bi îşkenceyan re rûbûrû nemînin."
 
Parlamenter Zuleyha Gulum, da zanîn li girtîgehan tedawiya girtiyan nayê kirin û wiha bi lêv kir: "Her heftê agahiya mirina girtiyan tê. Girtiyên nexweş nayên tedawîkirin. Girtî bi îşkenceyan re rûbirû dîmin û întîhar li wan tê ferzkirin. Tişta ku li Girtîgeha Sîlîvriyê li pêş çav pêk hatî hat înkarkirin. Wek tiştek nebûye nêzîk bûn. Divê li vê girtîgehê lêkolînên berfireh bên kirin. Ji ber ku tiştên ku li vir hatî jiyin bi zelalî diyar e û dixwazin bûyerê veşerîn. Divê îşkence û pekûtiyên li girtîgehan bên bi dawî kirin. Divê mafê girtiyan neyê binpêkirin."
 
Zuleyha, bi bangewaziyê dawî li axaftina xwe anî: "Em bang li herkesî dikin ku ji bo girtîgehan dengê xwe derxin. Li dijî mirin, kuştin, îşkence û pêkutiyên xirab xwedî bi helwest bin. Malbat dixwazin agahî ji xizmên xwe yên girtî bigirin lê agahî nayên dayîn. Di serî de Sîlîvrî û hemû girtîgehên din lêkolîneke berefireh bê destpêkirin. Kesên sûcdar û berpirs divê ji peywîrê bên girtin."
 
Çalakiya "Nobeta Edaletê" bi dirûşm û çepikan bi dawî bû.