Li Şehbayê Efrînî li dijî êrîşan daketin qadan

  • 14:04 21 Nîsan 2022
  • Rojane
 
ŞEHBA - Yekîtiya Jinên Ciwan a herêma Efrînê li dijî êrîşên li ser Herêma Parastina Mediyayê daxiyanî da, her wiha têkildarî heman mijarê şêniyên bajarokê Til Rifat û navçeya Şêrewa jî daketin qadan û li dijî êrîşan nerazîbûna  xwe nîşandan.
 
Bi armanca şermezarkirina êrîşên li ser Herêma Parastina Mediyayê Yekîtiya Jinên Ciwan a herêma Efrînê li peymangeha Viyan Amara ya navçeya Ehsad a Şehbayê, daxuyanî dan. Hemû endamên Yekîtiya Jinên Ciwan a herêma Efrînê li daxuyaniyê amede bûn. Her wiha welatiyên bajaroka Til Rifat û navçeya Şêrewa ya Şehbayê jî bi dirûşma,"Hevkariya PDK'ê bi dewleta tirk re îxanet e"  li  bajarokê Til Rifatê  heta qada bazarê meşek girseyî  hat li dar xistin. Di meşa ku ji bo pakrewanên azadiyê bi deqeyek rêzgirtinê hat destpêkirin de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan û wêneyên pekrewanan hatin hildan. Çalakvanan pankertên bi nivîsa "Bimire îxaneta PDK'ê" û "Bijî wekheviya gelan" di meşê de hiligrtin. 
 
Daxiyanî ji aliyê Endama Jinên ciwan Rende Hemko ve hat xwendin.
 
Daxiyanî wiha ye:
 
"AKP’ê û MHP’ê bi salan e zihniyeta qirkirinê li dijî Gelê Kurd û tevgera azadiya Kurdistanê pêş dixîn. Li ser asasê dagirkirina tevahî Kurdistanê ji her alî êrîş dike. dewleta tirk bi dijminatiyek bê seruber li dijî hebûna kurdê azad di nav şerekî dijwarde ye. Hedefa sereke ya dewleta tirk tunekirin û bê îradekirina Gelê Kurd e. Lewma di meha 17’ê Nîsanê de li ser herêmên parastina Mediyayê bi hevkariya PDK’ê êrîşeke nu dan destpêkirin. PDK’ê ji bo desthilatdarî û berjewendiyên xwe destur dide dewleta tirk, ji bo ku xaka başûrê Kurdistanê dagir bikin hemû derfet ji bo dewleta tirk pêşkêş kirine. PDK’ê êdî hevkariya xwe bi dewleta tirk re pir eşkere dike. lê çawa beriya salekê li Zap, avaşîn û Metîna dewleta tirk têk çû wê dîsa qada berxwedanê wê dewşetê têk bibe. Bi van êrîşan dixwazin îradeya Gelê Kurd teslîm bigirin.  Lê di dîrokê de heta roja me ya îro sekina berxwedaniyê bi serketiye. Li hemberî îxaneta PDK’ê heta dawî em ê li ber xwe bidin. Em weke jinên ciwan ên herêma Efrînê li hemberî şerê tunekirin û qirkirinê tu carî serê xwe natewînin heta ku jin û ciwanên kurd hebin xeta xiyanetê tu carî biser nakeve. Em bangewaziya jinên ciwan û ciwanan dikin ku li hemberî xiyaneta PDK’ê û êrîşên dewleta tirk bi hêrsa tolhildanê derkevin qadan û xwedî li şervanên Kurdistanê derbikevin."
 
'Wê xiyanet bi be sedema têkçûna wan'
 
Koordînatora Kongreya Star a bajarokê Til Rifat û navçeya Şêrewa Rîhan Elo jî axivî û hevkariya PDK'ê bi dewleta tirk  re şermezar kir û wiha got: "Di destpêkê de em silav û hezkirinên xwe ji gerîlayên serê çiya re rê dikin û bi rêzdarî cangoriyên azadiyê bi bîr tînin. Malbata Berezanî ya ku îxanetê li me dike, ji wijdana xwe bi dûr ketine. Em li vê derê piştgiriya şervanên xwe dikin û li hember dagirkeriyê bi şervanên xwe re têdikoşin. Malbata Berazanî ji bo berjewendiyên xwe mafê Gelê Kurd bin pê dike.. Ti mafê kesî tune ye ku êrîşî me bike.  Em heta nefesa xwe ya dawî li pey şervanên xwe ne û li pey fikir û felsefa Rêber Apo ne."
 
Herdu çalakî bi diruşmên "Bimire îxanet", "Bijî berxwedana gerîla" û "Bijî wekheviya gelan" bi dawî bû.