Di Nobeda Edaletê de bang li Barzanî kirin

  • 16:00 20 Nîsan 2022
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Ji xizmên girtiyan Hanîfe Gumuş a di Nobeda Edaletê de bang li malbata Barzanî kir û got, "Êdî bese ji şer û qirkirinê re." 
 
Malbatên girtiyan bi mebesta berdana girtiyên nexweş û ên cezayê wan xelas bûyî lê nayên berdan, li Îzmîrê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan di roja 49’an de berdewam kir. Malbat, li pêşiya Baroya Îzmîrê hatin ba hev. Endamên Komeleya Piştevaniya Jinan a Îzmîrê û jinên navçeya Foçayê çûn serdana malbatan. Malbatên girtiyan berdilkên bi nivîsên “Deng bide zindanan” û “Azadî ji girtiyên nexweş re” li xwe kiribûn.
 
Ji jinên Foçayê Selma Eren da zanîn ku ji bo piştgiriya bi malbatan re hatine û daxwaza wan ew e ku îşkenceya li girtîgehan bi dawî bibe. Selma, daxuyand ku wan xwestine piştgiriyê bidin berxwedana dayikan û êşa wan parve bikin. Bi domdarî Selmayê hêvî kir ku zilma heyî bi dawî bibe û wiha got: “Em dixwazin ku girtiyên nexweş di zûtirin dem de werin berdan, bên dermankirin û ev êş jî bi dawî bibin.” 
 
'Em dixwazin ku jin li cem me bin'
 
Dayika Mehmet Nezîr Gumuş ê ku li Girtîgeha Bandirma ya Balikesirê tê ragirtin, Hanîfe Gumuş jî ji ber serdanê, spasiya jinan kir û ev tişt anî ziman: “Em dixwazin ku jin her tim li cem me bin. Dema mêvan tên serdana me, em gelek keyfxweş dibin. Em dixwazin ku malbatên girtiyên din jî bên. Heke bên gel me û em mil didin milê hev, em ê di demeke zûtir de encamekê bi dest bixin. Divê em piştgiriya hev bikin.” 
 
Bang li Barzanî kirin
 
Herî dawî jî hanîfe bal kişand ser rewşa şer a li Kurdistanê û wiha bang li malbata Barzanî kir: “Em şer naxwazin. Bila Barzanî şerê hevkujiyê neke. Tu jî kurdî û em jî kurd in. Em naxwazin ku bên kuştin. Em aştî û wekheviyê dixwazin. Êdî bes e ji ewqas şer û komkujiyan re. Bila êdî cenazeyên zarokên me ji zindanan dernekevin. Bila Barzanî jî pêşî li vî şerî bigire.”