Çalakiya 'Nobeda Edaletê' ya Malbata Şenyaşar didome

  • 13:31 20 Nîsan 2022
  • Rojane
 
RIHA - Malbata Şenyaşar gotinên Erdogan ên berpirsiyariyê bi bîr xistin û got li Tirkiyeyê kesên ku bi zilm û neheqiya li ber Edliyeya Rihayê nehesiyabin nemane.
 
Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar a ji 9’ê Adara 2021’an ve li ber Edliyeya Rihayê di roja 408’emîn de berdewam kir. Malbat vê sibehê jî ji navçeya Pirsûsê hat ber edliyê û dest bi nobedê kir û dovîzên ku daxwaza edaletê dikin vekirin. 
 
Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal bi etîketa “#BirNöbetTutAnlarsın” peyam parve kir û gotinên Tayîp Erdogan ê dema serokwezîr bû ku qala berpirsiyarê dikir bi bîr xist û wiha got: “Ew Serokwezîrê ku her tim qala berpirsiyar dikir, gelo li ku ye? Li Tirkiyeyê kesên ku bi zilm û neheqiya li ber Edliyeya Rihayê nehesiyabin nemane.”