Li Şirnexê Cejna Paskalyayê hat pîrozkirin

  • 17:01 17 Nîsan 2022
  • Rojane
 
 
 
ŞIRNEX - Li navçeya Silopiyayê li quntarê Çiyayê Cûdî Cejna Paskalyayê hat pîrozkirin. 
 
Li gundê Hesena yê Silopiya ya Şirnexê ku gundê suryanan e, gelek bawermend bi munasebeta Cejna Paskalyayê hatin ba hev û cejna xwe pîroz kirin. Ji bo cejnê, ji şevê din heta niha li gund amadekarî dihatin kirin û bi sedan welatiyan hêkên reng bi reng boyax kirin. Gelek filehên ji gundên derdorê jî li gundê Hesenayê hatin ba hev. Welatiyan, li kesên li malan digeriyan hêk, falik û fêkî belav kirin. 
 
Di dema lîstika lihevxistina hêkan de dîmenên rengîn derketin holê. Piştre jî xwarinên hatibûn çêkirin li nava gund pêşkeşî welatiyan hatin kirin.