Li Şirnexê Cejna Paskalyayê hat pîrozkirin 2022-04-17 17:01:47         ŞIRNEX - Li navçeya Silopiyayê li quntarê Çiyayê Cûdî Cejna Paskalyayê hat pîrozkirin.    Li gundê Hesena yê Silopiya ya Şirnexê ku gundê suryanan e, gelek bawermend bi munasebeta Cejna Paskalyayê hatin ba hev û cejna xwe pîroz kirin. Ji bo cejnê, ji şevê din heta niha li gund amadekarî dihatin kirin û bi sedan welatiyan hêkên reng bi reng boyax kirin. Gelek filehên ji gundên derdorê jî li gundê Hesenayê hatin ba hev. Welatiyan, li kesên li malan digeriyan hêk, falik û fêkî belav kirin.    Di dema lîstika lihevxistina hêkan de dîmenên rengîn derketin holê. Piştre jî xwarinên hatibûn çêkirin li nava gund pêşkeşî welatiyan hatin kirin.