Li Rihayê tecawizî pitikê kirin û ew îşkence kirin

  • 09:57 13 Nîsan 2022
  • Rojane
 
RIHA - Li Navçeya Kaniya Xezalan H.O. yê 16 salî tecawizî pitikekê kir û îşkence lê kir.
 
Li Navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê derket holê ku H.O. yê 16 salî tecawizî pitikekê kiriye û îşkence lê kiriye. Herwiha hat diyarkirin ku heman kesî hewl daye pitîka tecawizî wê kir bikuje. 
 
Pitika ku li ser lêgerîna welatiyan li zeviyeke pembû hat dîtin rakirin nexweşxanyê û xeteriya wê ya jiyanê berdewam dike.
 
Gumanbarê tecawizê H.O. ji aliyê kameraya marketeke li taxê hat tespîtkirin û hat binçavkirin.