Li Rihayê tecawizî pitikê kirin û ew îşkence kirin 2022-04-13 09:57:40     RIHA - Li Navçeya Kaniya Xezalan H.O. yê 16 salî tecawizî pitikekê kir û îşkence lê kir.   Li Navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê derket holê ku H.O. yê 16 salî tecawizî pitikekê kiriye û îşkence lê kiriye. Herwiha hat diyarkirin ku heman kesî hewl daye pitîka tecawizî wê kir bikuje.    Pitika ku li ser lêgerîna welatiyan li zeviyeke pembû hat dîtin rakirin nexweşxanyê û xeteriya wê ya jiyanê berdewam dike.   Gumanbarê tecawizê H.O. ji aliyê kameraya marketeke li taxê hat tespîtkirin û hat binçavkirin.