Bi minasebeta Rojbûna Abdullah Ocalan dar hatin çandin

  • 16:48 10 Nîsan 2022
  • Rojane
 
MÊRDÎN/EDENE - Bi minasebeta rojbûna Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan a 73’yemîn li Mêrdîn û Edeneyê dar hatin çandin.
 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên xwe Windakirin re ya Akdenîzê (AYKAY-DER) Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Akdenîz Edeneyê (AATUHAY-DER), Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Seyhanê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Edeneyê û endamên Navenda Çanda Binevşê li Edeneye bi minasebeta rojbûna Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan a 73’yemîn dar çandin.
 
Li baxçeyekî li Taxa Yenîdam a navçeya Seyhan a Edeneyê,  darên zeytûnan hatin çandin. Di dema çandina darand de dirûşmên “Rojbûna te pîroz be Serokê me” û  “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.
 
Mêrdîn
 
Li Mêrdînê jî bi minasebeta rojbûna Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan di pêşengtiya Rêxistina HDP’ê ya navçeya Artukluyê de dar hatin çandin. Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay jî tevlî bernameyê bû.