Kongreya HDP'ê ya Enqerê dest pê kir

  • 13:56 10 Nîsan 2022
  • Rojane
 
ENQERE - 4'emîn Kongreya Asayî ya Rêxistina HDP'ê ya Enqereyê bi tevlîbûna sedan kesî bi coş dest pê kir.
 
Rêxistina Bajarê Enqereyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 4'emîn Kongreya xwe ya Asayî li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet bi dirûşma "Êdî dema serketinê ye" li dar dixe. Salona kongreyê bi alên HDP'ê hat xemilandin. li salonê, pankartên bi ??Kurdî, Zazakî û Tirkî "Em ê tiştên ku ji xizann digirin didin dewlemendan biguherînin", "Niha dema jina ye", "Dema ciwana ye", "Dema demokrasiyê ye" , "Niha dema wekheviyê ye", "Me ciwan dest pê kir û em ê bi ser bikevin", "Em nebin yek em ê herin yek bi yek" hatin daliqandin.
 
Hewiha li salonê wêneyên siyasetmedara girtî ya nexweş Aysel Tugluk jî hatin daliqandin û dowîzên bi dirûşma, "Aysel Tugluk bîra me ye, Ji girtiyên nexweş re azadî" , "Me ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin" wêneyên Denîz Poyraz û Garîbe Gezer jî hatin daliqandin.
 
Welatiyên ku beriya kongreyê hatin salonê li benda destpêkirina kongreyê bûn, jinan bi cil û bergên neteweyî dîmenên rengîn derxistin holê. Gelek kes jî li gel zarokên xw tevli kongreyê bûn.  
 
Gelek partî û saziyên sivlî jî li kongeryê cihê xwe girtin.