Kesên di Komkujiya 10'ê Cotmehê de hatin qetilkirin hatin bîranîn

  • 13:33 10 Nîsan 2022
  • Rojane
 
ENQERE - Seroka Komeleya 10 Ekîm  Mehtap Sakîncî Coşkun ku di bîranîna 78'emîn a kesên di Komkujiya  li Gara Enqerê de hatin qetilkirin de axivî, banga tevlibûna danişîna dozê ku dê di 12’ê gulanê de pêk bê kir. 
 
Komeleya Aştiyê ya 10 Ekîmê   (10'ê Comtemê) di hefteya 78’emîn de ji bo kesên di Komkujiya Gara Enqereyê de ku DAIŞ’ê pêk anîbû de hatin qetilkirin, bernameya bîranînê kir. Bîranîn li cihê qetlîmaê li ber Garê pêk hat. Bîranîn bi rêzgirtinê hat destpêkirin. Piştî rêzgirtinê navê kesan ku bi destan hatibûn hûndandin li daran pêçandin. 
 
Mehtap Sakîncî Coşgun destnîşan kir ku armanc û derdê wan ê bingehîn edalet e û hêj edalet bi cih nehatiye û ji ber vê yekê ew xemgînin. Mehtap anî ziman ku cezayê li hin bersûcan hatiye birîn kêm e û doz li Dadgeha Bilind didome lê daxwazên wan bêbersiv dimînin û bi encamên durist pêş nakeve. Mehtap da zanîn ku parastina aştiyê ji bo wan rûmet e û heta edale were bicihanîn dê têkoşîna xwe bidomînin. Mehtap banga tevlibûna danişîna dozê ku dê 12’ê Gulanê de bê lidarxistin kir.