Malbata Şenyaşar: Zilma herî mezin edaleta derengmayî ye

  • 12:18 10 Nîsan 2022
  • Rojane
 
RIHA - Malbata Şenyaşar di roja 398’emîn de got: “Li Rihayê bêedaletiyek mezin heye û zilma herî mezin edaleta derengmayî ye.” 
 
Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 398’emîn de berdewam dike. Malbata Şenyaşar ji ber dawiya hefteyê ye û edliye girtî ye nobedê îro jî li mala xwe ya li Pirsûsê domand. Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag û Waliyê Rihayê Abdullah Erîn û Serokkomar Erdogan etîket kir û vê peyam parve kir: “Zêde hewcehî bi gotinê tune ye! Li Rihayê bêedaletiyek mezin heye û zilma herî mezin edaleta derengmayî ye.”