ÎHD: Ji bo mafan divê em hemû têbikoşin

  • 14:35 9 Nîsan 2022
  • Rojane
AMED - Di "Komxebata di Têkoşîna Mafê Mirovan de Rêbaz û Lêgerînên Nû"ya ÎHD'ê de hat diyarkirin divê pirsgirêka kurd bi diyalogê bê çareserkirin û hat gotin divê ji bo mafê mirovan têkoşîna hevpar derkeve pêş.
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a  Amedê, li oteleke li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê bi navê "Di Têkoşîna Mafê Mirovan de Rêbaz û Lêgerînên Nû" komxebatekê li dar dixe. Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan û nûnerên rexistinên sivîl, sendîka û saziyên mafên mirovan berşdarî komxebatê bûn. Axaftina vekirina komxebatê Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Abdullah Zeytûn kir. 
 
'Bi salan e em li dijî zextên li ser saziyên sivîl têdikoşin'
 
Di axaftina xwe de Abdullah, diyar kir ku yên ji bo mafê mirovan têdikoşin di bin zext û astengiyan de ne û wiha got: "Em bi xwe jî di bin astengî û zextan de ne. Ji ber vê me xwest weke sazî û komeleyên ku derbare mafê mirovan de têdikoşin li ser van pirsgirekan werin cem hev. Bi salan e em li dijî zextên li ser saziyên sivîl têdikoşin. Ji bo parastina destkeftiyên me pewistî bi komxebatêk wiha hebû. Ez bawer im komxebata ku em îro pêk tînin wê bi fikreke hevpar ji bo lêgerîn û rebazên nû yên têkoşina mafên mirovan jî baş be."
 
'Ppirsgireka kurd bi muzekere û aştiyê çareser bike'
 
Piştî Abdullah Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan jî axivî. Ozturk, diyar kir ji roja ku ÎHD ava bûye ve ji bo ku pirsgirekên Tirkiyê bi demokrasiyê çareser bibin xebat kiriye. Ozturk, bal kişand ser şêre  Rûsya û Ûkraynayê jî û destnîşan kir ku ew li hemberî şer xeta aştiyê diparêzin û wiha got: "Em li dijî dagirkirina Rûsyayê li cem gelê Ûkraynayê ne. Li dijî şeran em xeta aşitiyê diparezin. Em dixwazin ku aşitî li welatê me jî pêk were. Divê Tirkiyê jî pirsgireka kurd bi muzekere û aştiyê çareser bike. Em ji desthilata AKP'ê re jî dibêjin ku derveyî welat çawa qala aştiyê dike bila li welat jî aştiyê pêk bîne."
 
'Ji bo mafan divê me hemû têbikoşin'
 
Di berdewama axaftina xwe de Ozturk, bi lev kir ku ji ber krîza aborî gel nikare debara xwe bikê û ev tişt got: "Ji ber krîza aboriyê û bêkariyê gel nikare ji mafên xwe yên tendûristiyê sûd wergire û debara xwe bike. Divê em hemû li dijî xîzaniyê û ji bo van mafan têbikoşin. Di komxebatê de jî em ê li ser van pirsgirekan û li ser zayendiya civakî, ekolojî, penaber, mafên welatiyan rawestin. Divê çi bê kirin em ê li ser van biaxivin.”
 
Piştî axaftinan komxebat ji çapameniye re hat girtin.