HDP çû serdana Sevda Ergun a hat xwestin bê kuştin
- 13:59 9 Nîsan 2022
- Rojane
ÊLIH - Parlamentera Êlihê Feleknas Uca û heyeta bi wê re çû serdana Sevda Ergun a hat xwestin ji aliyê Devran Ergun ve bê kuştin.
Parlamentera Êlihê Feleknas Uca û heyeta bi wê re çû serdana Sevda Ergun a hat xwestin ji aliyê Devran Ergun ve bê kuştin. Devran ê bi Sevdayê re hatibû nîrê berdanê di 2'yê Nîsanê de xwest li orteya kuçeyê Sevdayê bikuje. Sevdaya li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Êlihê tedawiyê dibîne banga piştevaniyê kir.
Parlamentera Êlihê Feleknas Uca jî diyar kir ku ew ê şopdarê bûyerê bin.