Parêzer Mujde Tozbey Erden:Sererastkirin ji bo kêmkirina hêrsê ye

  • 11:08 9 Nîsan 2022
  • Rojane
WAN - Jina bi navê Melek Karaaslan di encama îşkenceya sîstematîk de hatibû qetilkirin. Seroka Komeleya Ewil Jin û Zarok parêzer Mujde Tozbey Erden der barê pêvajoya dozê û pakêta ‘daraza lezgîn’ de nirxandin kir û got: “Qanûnên heyî di esasê de cezayên giran û hiqûqî dihewîne. Lê daraz alîgirê desthilatdariyê ye û ji bo pîroziya malbatê qanûnan li dij jinê pêk tînin. Sererastkirina qanûnî jî bi armanca kêmkirina hêrsa civakê hatiye kirin.”
 
Li navçeya Hamur a Agiriyê li gundê Çaglayan jina bi navê Melek Karaaslan ji aliyê mêrê ku pê re hatibû zewicandin di 25’ê Tîrmeha 2012’an de hatibû qetilkirin. Derketibû holê ku Melek ji aliyê mêrê gumanbar û malbata wî ve îşkenceya sîstematîk dîtiye. Di ser bûyerê re 10 sal derbas bû.  Seroka Komeleya Ewil Jin û Zarok parêzer Mujde Tozbey Erden der barê pêvajoya dozê û pakêtên darazêde axivî.
 
‘Di ecama şîdeta fîzîkî de hişê xwe winda kir’
 
Mujdeyê got tevî di ser mirina Melekê de 10 sal derbas bûye jî doza wê du caran çûye dadgeriyê û got ji bo doza cînayeta jinê ev dem pir dirêj e û wiha rexne kir: “Tiştên bi Melekê hatin kirin çavsoriyek mezn bû. Melek di encama şîdeta dibîne nexweş dike û hişê xwe winda dike, dikeve nava nivînan. Ev bi raporan hatiye îspatkirin. Di ser vê de 14 meh derbas dibe lê ji bo dermankirinê Melekê nabin nexweşxaneyê û nexweşiya wê pêş dikeve. Ji ber vê girêdayê nivînê dimîne. Sedema vê jî nedermankirin e.”
 
‘Ji bo Melek bimire xistine tuwaletê’
 
Mujdeyê di berdewamiyê de daxuyakirin ku Melek 14 mehan li erdê maye û nebirine nexweşxaneyê û ev tişt anî ziman: “Ji bo Melekê bimire di tuwaletê de hiştine. Dema Melek miriye bîhn wisa zêde bûye, cîranan ji ber bîhnê agahî dane polîsan. Di bedena biçûk a Melekê de birîn çêbûne û enfeksiyon li hemû bedena wê belav bûye û jiyana xwe ji dest daye.  Mêrê pê re zewicandî ew di tuwaletê de birçî hiştiye û ji ber vê kurm ketiye bedena wê. Di otopsiyê de ji xwe rastî derketin holê. Di raporê de hat diyarkirin ku di 14 mehî de nebirine nexweşxaneyê, ji birçîbûna miriye. Bi rastî mirinek bi xof e.”
 
‘Ev sûcên wisa ji guleyê hîn bêtir giran e’
 
Mujdeyê destnîşan kir ku esasa divê bal bikşe ser binpêkirina maf a giran e û wiha dirêjî dayê: “Ev bi giştî bi qestî kes kuştin e. Melek neçar dimîne di berfê de zarokê bîne dinê. Bi nexweşiyên giran re rû bi rû hatiye hiştin û li tuwaletê hatiye girêdan û hêdî hêdî hatiye qetilkirin. Ev mirineke hov e. Divê ev neyê jibîrkirin ku hevjînê Melekê û malbata hevjînê wê neçar bû li Melekê binêrin. Lê bi zanebûn ew terkî mirinê kirine. Sûcên bi vî terzî ji kuştina bi guleyekê hîn bêtir giran e.”
 
Dadgeha ku îşkence nedît cezayê gumanbar daxist
 
Mujdeyê da zanîn Qanûna Cezayê Tirk, li gumanbar Ferdî ji sûcê ‘ji qestî kes kuştin’ ‘eziyet pê kişandin’ cezayê muebeta giran daye û  li dê û bavê Ferdî jî bi sedema alîkarî dane gumanbar cezakirina wan hat xwestin. Mujdeyê got tevî vê dadgehê ji rewşa baş ceza daxistiye û wiha dirêjî dayê: "Melek bi îşkenceyê hat qetilkirin. Ji ber vê divê ceza bi tu awayî neyê daxistin."
 
‘Bi pakêtên darazê hêrsa civakê kêm dikin’ 
 
Mujdeyê der barê pakêta darazê ya lezgîn a der barê şîdet û kuştinên jinan de hatiye derxistin de axivî û destnîşan kir ku bi van pakêtan pêşî li şîdet û kuştinê nayê girtin û polîtîkayên wan ne samîmî ne û wiha dawî lê anî: “Jin tên qetilkirin û di atmosfera siyasî ya ava dibe de ji bo pîroziya malbatê xera nebe jin bi zanebûn nayên parastin û xurtkirin. Qanûnên heyî cezayên giran dihewîne. Lê daraza ku alîgirê desthialtdariyê ye, qanûnan li dij jinan pêk tînin. Sererastkirinên qanûnî yên bi lez tên kirin bi armanca kêmkirina hêrsa civakê tên kirin. Em ê wek Komele Ewil Jin û Zarok heta dawî wê pêvajoya hiqûqî ya doza Melek Karaaslan bimeşînin.”