‘Divê elewî bibin dengê Aysel Tugluk’

  • 09:08 9 Nîsan 2022
  • Rojane
Kîbriye Evren
 
STENBOL - Hevseroka DAD’ê Kadriye Dogan got dewlet bi nêzîkatiya tolgirtinê nêzî Aysel Tugluk dibe û got divê elewî tiştên li Ayselê tên kirin baş bixwîne û got: “Em di noktyeke ku hebûna me bi tu awayî nayê qebûlkirin û daxwazên me nayên cih de ne.”
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Aysel Tugluk 5 sal in girtiye. Aysel ya li girtîgeha Tîpa F ya Kandirirayê dimîne teşîsa nexweşiya Demansê lê hat kirin. Tevî bangên jinan û raygiştî nayê tahliyekirin. Aysel di 1’ê Sibatê de birin ATK’ê û sê rojan li wir ma. Tevî ATK’ê tespîta nexweşiya wê sabîte kir jî  rapora ‘berpirsyariya cezayî heye’ dan.
 
Hevseroka Komeleya Elewiya a Demokratîk (DAD) Kadriye Dogan der barê Aysel û girtiyên din yên nexweş de  axivî.
 
Girtîgeh jine jin bûne
 
Kadriyeyê got di dîroka komarê de cara ewil e eqas jin girtîne û got: “Bi rastî di civakê de krîz û bêzariyek mezin heye. Bi rastî divê rêyek derketina ji vê hebe. Her roj jin tên qetilkirin, xweza tê talankirin, ked tê binpêkirin. Em di hawirek wisa de ne. Em xwedî li xweza xwe dernakevin. Destkeftiyên jinan hene û her tim di bin êrîşan de ne.”
 
Riya bêdengkirinê
 
Kadriyeyê destnîşan kir ku jin, kedkar, ciwan, xwendekar, civak bi giştî di rewşeke nebaş de ne û di encama polîtîkayên desthilatdariyê dayik ji bo zarokên xwe li ber deriyên edliyayan li edeletê digerin û wiha pê de çû: “Desthilatdarî dixwaze têkoşîna jinan bişkîne. Vê dizanin ku jin pêşengên têkoşîna azadiyê ne û di têkoşîna wekheviyê de serkeftîne.  Ji ber vê jî dixwazin pêşiya jinan bigirin. Ji bo jinan bêdeng bikin dikin girtîgehan. Dayik li ber edliyayan ji bo zarokên xwe nobetê digirin. Emîne Şenyaşar, dayika Gulîstan Doku, dayikên li Wan, Amed û Stenbolê nobetê digirin. Lêgerîna wan ji bo edeletê ye.”
 
Ji nasnameya elewî kurd tolê digirin
 
Kadriyeyê balkişand ser rewşa Aysel Tugluk jî diyar kir ku deshtilatdarî bi mantiqa tolgirtinê nêzî nasname, bawerî û têkoşîna Aysel Tugluk dibe û ev tişt bi lêv kir: “Li dijî şexsiyeteke gelek bi nirx ya wek Ayselê rewşa tolgirtinê mijara gotinê ye. Aysel nexweşa Demansê ye. Di cenazeya dayika xwe de gelek bi bandor bû. Nokteya dawî ya bêwijdaniyê dan jiyîn. Ayselê jî zîhna xwe girt û ev gelek normal bû jî.”
 
‘Divê elewî xwedî lê derkevin’
 
Kadriyeyê, diyar kir ku ATK bi rapora daye nêzîkatiya desthilatdariyê parastiye û wiha dirêjî dayê: "Ne tenê Aysel bi hezaran girtiyê siyasî bi heman pêkanînê re rû bi rû ne. ATK rapora tipê tune hesibandiye û dibêje dikare girtî bimîne. Ji nasname, bawerî û têkoşîna Ayselê tolê digirin. Di vî alî de ez dibêjim. Divê em elewî vê baş bibînin û binirxînin. Divê em xwedî li Aysel Tugluk derkevin. Aysel Tugluk mînakeke. Aysel divê saetekê girtî nemîne. Zirarek mezin dide wê. Hemû girtî bi tecrîdê re rû bi rû ne.”
 
Li hemû girtîgehan di dewrê de ye
 
Kadriyeyê balkişand ser tecrîda Îmraliyê jî wiha daxuyand: “Tecrîda li Îmraliyê li hemû girtîgehan didome. Tecrîd li Îmraliyê dest pê kir û li hemû girtîgehan didome. Bandor li ser hemû kesî kiriye. Tirkiyeyê bi vê nêzîkatiya tolgirtinê hem qanûnên xwe hem jî peymanên navneteweyî binpê kiriye.Tirkiye li gorî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) tevnagere. Di pandemiyê de qanûnek derxist. Hemû girtiyên edlî derxistin lê yên siyasî di hundir de hiştin.”
 
Divê em bala xwe bidin yên hundir
 
Kadriyeyê anî ziman ku civak li dijî binpêkirina mafên li girtîgehan bê denge û ji ber vê jî mirin û tecrîd wê bidome û bang kir ku divê her kes bala xwe bide girtiyan, bibin dengê girtiyan û got: “Divê em teslîmê tirsa ku desthilatdariyê afirandiye nebin. Atmosferek wisa afirandine ku her tiştî asteng dike. Lê tu fêdeya tirsê tune. Em çiqas bitirsin wê bi ser me de bên. Divê em bi wijdan û hestên xwe berpirsyariya xwe bînin cih. Li dijî tirsa ku deshtilatdariyê afirandiye, hêza rêxistinkirî wê enerjiya civakî derxîne holê. Hêza rêxistinkirî wan pir ditirsîne. Hêza rêxistinkirî pir girîng e.”
 
Divê gotinên xwe bêjin 
 
Kadriyeyê dawiya axaftina xwe de nirxandin kir: “Li dijî nirxên azadiya civakê û jinan pergalek dijminahiyê heye. Divê saziyên Elewiyan li dijî van zext û êrîşan bibin yek bên gel hev û gotina xwe bêjin. Divê saziyên elewî gotina xwe bilindtir bînin ziman, helwestek cîdî nîşan bidin. Yanî em Elewî dibêjin ku em wekheviyê diparêzin em azadiya jinê diparêzin. Em li pêş xwe dinêrin ku pergaleke dijminê jinê li hember me ye. Divê em hîn bêtir li dijî vê dengê xwe bilind bikin. Ez bang tenê li Elewiyan nakim. Ez bang li hemû sazî û kesên xwedî wijdan dikim. Li cihê edelet tunebe hiqûq jî tune. Em bi rastî vê zilmê heq nakin. Divê xesasiyetê nîşan bidin û dengê xwe bilind bikin.”