Rejîma Îranê di mehekê de 6 kurd îdam kir

  • 10:22 8 Nîsan 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gor rapora Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê ya derbarê binpêkirinan de Rejîma Îranê di mehekê de 6 kurd îdam kir.
 
Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê (KMMK) li ser binpêkirina mafên mirovan a meha adarê raporek amade kir û li ser malpera xwe ya înternetê weşand. Komeleyê ragihand ku ji ber dewleta Îranê rê nade rêxistin û komên mafên mirovan bixebitin, rapor temam nîne, tenê beşek ji binpêkirinên mafên mirovan nîşan dide.
 
Bîlançoya ku di raporê de hate parvekirin wiha ye:
 
“*6 kes kes hatin îdamkirin û biryara îdamê li ser 2 kesan hatiye ferzkirin.
 
*2 kolber ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hatin qetilkirin û herî kêm 37 kolber jî birîndar bûn.
 
*120 çalakvanên sivîl û siyasî ku ji wan 7 kes jin in, ji aliyê hêzên Îranê ve hatine binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin ji bajarên Şino, Ûrmiye, Kirmaşan, Mehabad, Xuremabad, Îlam, Hemedan û Loristanê bûne. Bi qasê ku hatiye zelalkirin bi giştî 47 sal cezayê girtîgehê li 16 kesan hatiye birîn.
 
*Di meha adarê de hejmara kesên hatine qetilkirin û xwe kuştine zêde bûye ku piraniya wan ciwan û jin bûne. Li gorî vê bi qasê hatî piştrastkirin herî kêm 14 kesan xwe kuştine yan hatine kuştin, ji vê rêjeyê 11 kesan xwe kuştiye û 3 kes jî hatine kuştin.
 
*Diyardeya din a timî weke gef li ser jiyana xelkê Kurd ê Rojhilatê Kurdistanê ye teqîna mayinên serdema şerê Îran û Iraqê ye ku heya niha jî nehatine paqijkirin û ji ber wê salan bi dehan kes jiyana xwe ji dest didin. Di meha adarê de herî kêm kesek ji ber teqîna wan mayinan jiyana xwe ji dest daye.”
 
Di dawiya raporê de jî KMMK'ê bang li gelê Kurdistanê dike ku li hember binpêkirinên mafê yasayî û xwezayî ya xwe têbikoşin û her cure binpêkirinên mafan ên li hemberî wan tên kirin biweşînin û ji bo bi destxistina civakeke azad di nava têkoşînê de bin.”