Nobeda Edaletê ya Wanê di roja 112'an de ye

  • 15:44 8 Nîsan 2022
  • Rojane
WAN - Hevseroka HDP'ê ya Elbakê Şengul Polat a li Nobeda Edaletê ya Wanê axivî wiha got:"Xizmên girtiyan ev 112 roj in nobedê digirin em ê her tim li gel wan bin."
 
Xizmên girtiyên nexweş û înfaza wan hatine şewitandin ji bo bên berdan li Baroya Wanê dest bi nobeda edaletê kiribûn. Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan di roja 112'an de didome. Îro rêxistinên navçeyên Çeşme û Urlayê yên HDP'ê hatin serdana nobedê. Rêveberên HDP'ê yên Elbaxê çûn serdana nobedê. 
 
Hevseroka HDP'ê ya Elbakê Şengul Polat da zanîn girtiyên nexweş tên cezakirin û ew ê her tim piştgiriyê bidin çalakiya xwe ji bo girtiyan pêk tê. 
 
Dayika Nihat Îşnaz ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê, Muteber Îşnaz da zanîn bila binpêkirina mafên li girtîgehan bi dawî bibe û got ma ev edalet e?