Li Wanê erdhej
- 12:58 8 Nîsan 2022
- Rojane
WAN - Li Wanê bi pileya 4.1’ê erdhej çêbû. Hat zanîn ku navenda erdhejê Deriyê Sînor ê Kapikoyê ye.
Li Wanê erdhêj çêbû. Têkildarî mijarê Enîstîtûya Lêkolînkirina Erdhejan û Resedxaneya Kandîliyê ya Zanîngeha Bogazîçiyê daxuyanî da û da zanîn ku erdhej bi pileya 4.1’ê çêbûye û navenda wê jî Deriyê Sînor ê Kapikoyê ye ku li navçeya Serey a Wanê ye. Xelkê li taxên Serayê û navçeya Qelqeliyê jî ji erdhejê bibandor bûn.